​​​​​​​'Rêveberiya Xweser rêya aştî û edaletê ye'

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi wesîleya salvegera 2'yemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: "Rêveberiya Xweser berhemên şoreşa 19'ê Tîrmehê ye û rêya aştî û edaletê ye."

​​​​​​​'Rêveberiya Xweser rêya aştî û edaletê ye'
6 îlon, 2020   05:33
HESKEÊ –BOTAN HISÊN – OLVA HEC MENSÛR

Îro (6'ê Îlonê) salvegera duyemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku yek ji berhemên Şoreşa 19'ê Tîrmenê ya Rojava ye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji 7 rêveberiyên xweser û sivîl pêk tê, ji bo yekikirina biryaran û xebata hevbeş hate avakirin ku bikeve xizmeta hemû pêkhateyên herêmê.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kirin, destkeftiyên ku pêk anîne destnîşan kirin.

Ebdulwehab Xelef dibêje: "Damizrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji berhemên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya hemû pêkhateyên herêmê ye. Ev proje li seranserê cîhanê bi hevgirtina pêkhateyên xwe hate nasîn, ku vê yekê hişt nivîsgehên Rêveberiya Xweser li hin dewletên cîhanê bên vekirin."

Xelef daxuyand ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo gelên Rojhilata Navîn nimûne ye.

Hre wiha hêvî kir ku Rêveberiya Xweser ji bo pêşxistin, xurtkirin û derbaskirina şaştiyan, gavên din yên erênî bavêje.

Ferhan Mîrzo jî îşaret bi destkeftiyên Rêveberiya Xweser kir û got: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji demeke kin de bi rêya avakirina rêxistina mirovî, saziyên rêveberiyê û xizmetgûzariyê ku xizmeta hemû pêkhateyan dikin, gelek destkeftî li ser astê herêmê bi dest xist. Hemû pêkhateyên civakê yên Kurd, Ereb, Suryen û Asûr di saziyên rêveberiyê de cihê xwe digirin."

Mîrzo diyar kir ku ew ji projeya Rêveberiya Xweser razî ye û wiha dewam kir: "Rêveberiya Xweser aramî, ewlehî û îstiqrar li herêmê pêk anî û hemû pêdiviyên şêniyan peyda dike. Em îro li navçeya Dirbêsiyê bi hemû pêkhateyan re bi aramî dijîn. "

Emel Ehmo jî destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser li cîhanê deng veda û diyar kir: "Yek ji destkeftiyên Rêveberiya Xweser, hewldana pêkanîna yekitiya Kurdî ya di navbera partî û hêzên siyasî de ye."

Her wiha bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser di hemû qadan de roleke girîng da jinan û got: "Rêveberiya Xweser  di aliyê çandî û siyasî de, hişt ku jin bibin pêşneng. Em piştevaniya hemû gavên rêveberiyê dikin."

Emel Ehmo di dawiya axaftina xwe de projeya Rêveberiya Xweser wiha bi nav kir: "Rêya aştî û edaletê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

çx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MGxB2XiceBs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>