​​​​​​​SOHR: Tirkiyê zarokên Sûriyê ji bo şer dişîne Lîbyayê

SOHR, ragihand ku dewleta Tirk nêzî 350 zarok ji Sûriyê şandine Lîbyayê, da ku li kêleka çeteyan şer bikin.

​​​​​​​SOHR: Tirkiyê zarokên Sûriyê ji bo şer dişîne Lîbyayê
5 îlon, 2020   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got: " 34 zarok ji wan di şerê Lîbyayê de hatine kuştin, cenazeyê wan  tevî 500 cenazeyên din di Tirkiyê re derbasî Sûriyê bûne."

Rêveberê navendê Ramî Ebdulrehman daxuyand ku destê rejîma serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di veguehestina nêzî 19 hezar çeteyên Sûriyê, her wiha nêzî 10 hezar radîkalên ji welatên cuda ji bo Lîbyayê de heye."

(cx)