Ji bo parastina şûnwaran ji binpêkirinên dewleta Tirk bang li UNESCO hate kirin

Hevserokê Gerînendeya Parastina Şûnwaran a Herêma Firatê got, divê UNESCO'yê erkên xwe bi cih bîne û sînorekî ji dewleta Tirk re deyne ya şûnwarên herêmê talan dike.

Ji bo parastina şûnwaran ji binpêkirinên dewleta Tirk bang li UNESCO hate kirin
5 îlon, 2020   02:18
KOBANÊ

Heke çeteyên DAIŞ'ê ku li Iraq û Sûriyê deverên dîrokê wêran dikir û şûnwarên wê didizîn, îro dewleta Tirk a dagirker heman kiryarî dike. Dewleta Tirk bi hinceta avakirina nuqteyên leşkerê girekî dîrokî li Girê Spî ku vedigere 3 hezar sal talan kirin.

Girêdayî mijarê, hevserokê Gerînendeya Parastina Şûnwaran a Herêma Firatê Elî Silêman got, dewleta Tirk kiryara ku DAIŞ'ê li dijî şûnwarên gelan û şewistandina çanda wan destpê kiribû, temam dike.

Silêman bal kişand ku dewleta Tirk ji komkujiyên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têr nebû, dest bi kiryarekê din der mirov kir û ev tişt diyar kir: "Bi dizî û talankirina şûnwaran hewl dide nasnaneya çandî ya deverên dagirkirî mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bişewisîne."

Elî Silêman destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di çarçoveya qirkirina etnîkî û çandî de, Girê Sehran ê li gundê Xirbet Riz ê Hemam Tirkmena û Til Helef ê Serêkaniyê wêran kirin.

Elî Silêman di dawiya axaftina xwe de banga parastina cihên dîrokî li aliyên têkildar kir û got: " Berpirsyartiya parastina cihên dîrokî di radeya yekemîn de dikeve ser milê rêxistina UNESCO. Em bang lê dikin ku kiryara dewleta Tirk a talankirina şûnwarên herêmê re bi sînor bike."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/C3o9TBUJciQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>