Komxebata li Kobanê di roja yekemîn de bi dawî bû

Di komxebata li Kobanê de, gelek pêşniyar ji bo parastina civakê ji şerê taybet derketin pêş.

Komxebata li Kobanê di roja yekemîn de bi dawî bû
Komxebata li Kobanê di roja yekemîn de bi dawî bû
Komxebata li Kobanê di roja yekemîn de bi dawî bû
Komxebata li Kobanê di roja yekemîn de bi dawî bû
Komxebata li Kobanê di roja yekemîn de bi dawî bû
4 îlon, 2020   15:43
KOBANÊ

Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê bi beşdarbûna gelek nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û saziyên rêveberiyê komxebatek li ser şerê taybet li dar xist. Komxebat di roja yekemîn de bi gelek pêşniyaran derbarê parastina civakê ji şerê taybet bi dawî bû.

Axaftina destpêkê ya komxebatê ji aliyê hevserokê Akademiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê Şervan Muslim ve hate kirin.

Şervan Muslim got: "Di civakê de tiştkên ku nayên qebûlkirin derdikevin, li ser vê yekê me hemû saziyên civaka sivîl û rûspiyên civakê vexwend vê komxebatê."

Muslim bal kişand ku ji ber êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser bajarê Kobanê koçberî çêbû, ev koçberî bi xwe re gelek guhertin di nirxên civakê de pêş xist û wiha domand: "Em dibînin ku gelek bûyer çêbûn ji wan sîxurtî ku xizmeta dewlet û rejîmên dijberî gelê me dike. Li ser vê yekê me ev komxebat li dar xist da ku çareseriyan ji vê pirsgirêkê re bibînim."

Bi navê Akademiya Civaka Demokratîk, mamosteyê akademiyê Ciwan Agirî axivî. Agirî bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker û got: "Tu rêbazên kuştinê nema ku dewleta Tirk a dagirker bi kar neanî. Ev rêbaz gihaşt asta şerê taybet ku armanc jê wêrankirina civakê ye. Ji lingên şerê taybet hedefkirineke beşek civakê û bi karanîna wê ji bo tunekirina civakê ye."

Ciwan Agirî di berdewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku şerê taybet xwe dispêre propogendaya derew, belavkirina nûçeyên derew da ku civakê pûç bikin ku bihêle civak li benda nûçeyên ku dijmin belav dike be."

Pişte dîmenê qeydkirî yê Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî ji bo komxebatê hate pêşndan.

Ji beşdarên komxebatê, Idrîs Nesan semînerek li ser danasîna şerê taybet, pêkanîn û rêbazên wê û çawaniya xwe parastina ji şerê taybet da.

Idrîs got: "Yek ji rêbazên şerê taybet şerê demografî ye, ku dijmin li ser gelê Kurd ê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dimeşîne da ku çanda kurdî li herêmê qir bike. Hedefkirina eşîran û nixrên eşîrtî di civaka me de jî yek ji rêbazên şerê taybet e ku armanc dike  fitneyê di navbera pêkhateyên civakê de çêbike û bê baweriyê di navbera rêveberiya xweser û gelê xwe biçîne."

 Beşdaran li ser vê mijarê nêrînên xwe parve kirin.

Dadwer Abdullah Casim bal kişand ser kesên madeyên hişbirê bi kar tînin û diyar kirin ku divê navendên perwerdekirinê ji bo van kesan werin vekirin da ku wan ji vê pirsgirêkê xilas bikin û bazirganên madeyên hişbirê werin girtin. Ji ber belavbûna hişbiriyê di civakê de, yek ji armancên pêkanîna seer taybet e.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Silêman Silêman jî diyar kir ku şerê taybet ji şerê çekdarî xirabtir e, ji ber ku di şerê taybet de dijmin armanc dike civakê xirab bike û cudahiyê bixe navbera pêkhateyên wê.

Silêman îşaret bi armancên niha yên dewleta Tirk a dagirker kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker niha dixwaze tevgera civakê û îradeya wê felç bike. Mînaka vê qutkirina avê li ser Hesekê ye. Bi qutkirina avê re dixwaze ji civakê re bêje ku rêveberiya we nikare pêwîstiyên wê bi cih bîne."

Di beşa duyemîn a komxebatê de, mamoste Delîl Efrîn li ser ragihandin û progogendeya ragihandina derew ku dijmin bi kar tîne da ku derbasî civakan bibe da.

Efrîn got, ragihandin divê rast û zelal be, kiryarên dagirkerên li dijî gelên herêmê eşker bike û morale civakê biparêze.

Beşdaran der barê mijara ragihandinê û bandora wê li cîhanê û Rojava bi taybet de nêrînên xwe anîn ziman.

Di dawiyê de gelek pêşniyar derketin pêş. Ji wan; Rêbazê şerê taybet ji beriya hezarên salan heye û niha li djiî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê bikaranîn. Beşdaran gotin berpirsyartiya rêgirtina li ber şerê taybet divke ser milê civakê, rêveberiyê û saziyên ewlehiyê.

Divê rêveberî pirsgirkên ku dijmin derdixînin bigire û li derdora civakê kom bibe û pirsgirêkên wê çareser bike. Divê ragihandin were pêşxistin û bi zimanê ku civakê jê fêm bike were bi karanîn. Her wiha civaka hundirîn were amadekirin da ku li hemberî êrişên fikirî yên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, bisekine.

Komxebat di roja yekem de bi dawî bû û dê sibe berdewam bike.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yQNIxO9sIR4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>