Şêniyên Um El-Kêf: Dagirkeran herêma me wêran kir

Şêniyên gundê Um El-Kêf ê gundewarê navçeya Til Temirê azarên xwe yên ji ber tunebûna avê rave kirin. Ji ber ku çeteyên dewleta Tirk sarincên avê hedef digrin, şênî nikarin bi sarincan jî avê peyda bikin. Şêniyan gotin: “Dagirkeran herêma me wêran kir.”

Şêniyên Um El-Kêf: Dagirkeran herêma me wêran kir
Şêniyên Um El-Kêf: Dagirkeran herêma me wêran kir
Şêniyên Um El-Kêf: Dagirkeran herêma me wêran kir
Şêniyên Um El-Kêf: Dagirkeran herêma me wêran kir
Şêniyên Um El-Kêf: Dagirkeran herêma me wêran kir
3 îlon, 2020   05:47
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker herêma Serêkaniyê dagir kir, stasyona avê ya Elokê desteser kirin. Dewleta dagirker a ku avê weke çekekî li dijî şêniyan bikartîne, ava kantona Hesekê qut kir. Ji ber aloziya avê azarên sivîlên Hesekê, gund û bajarokên wê didome. Bi taybet jî gundên li ser xetên temas ên gundewarên navçeya Til Temirê.

Gundê Um El-Kêf li rojavayê navçeya Til Temirê ye û li ser xetên temasê ya bi herêmên dagirkirî re ye. Şêniyên gund ji ber binpêkirinên dewleta dagirker û çeteyên wê zehmetiyan dikişînin. Gund tê topbarankirin, çete avê qut dikin û ji ber hedefgirtina çeteyan sahrîcên avê nikarin derbasî gund bibin.

Şêniyên gund azarên xwe rave kirin.

Şêniyê bi navê Ecîl El-Hisên diyar kir ku ev ji mehekî zêdetir e ku av li gund gelek kêm bûye û got: “Ev ne cara yekê ye ku av li gund kêm dibe. Ji dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî sînorê gund bûne, av kêm bûye.”

`XWEDIYÊN SAHRÎCAN JI BER TIRSA HEDEFGIRTINÊ NIKARIN DERBASÎ GUND BIBIN`

El-Hisên diyar kir ku bi kêmbûna avê re, xwediyên sahrîcan ji tirsa hedefgirtinê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve nikarin derbasî gund bibin.

`UM EL-KÊF GUNDEKÎ DORPÊÇKIRÎ YE`

Şêniya bi navê Hûriye El-Ehemd girêdayî mijarê got: “Gundê me nêzî xetên temasa bi çeteyan re ye. Hema bêje dorpêçkirî ye. Li gel tunebûna avê, xwediyên sahrîcan jî nikarin avê ji me re peyda bikin. Gund avê ji stasyona Elûk a girêdayî bajarê Serêkaniyê peyda dike, lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema ku herêm dagir kiriye, dem demê avê qut dikin û toreyên avê yên ku digihêjin bajarê Hesekê û navçeyên wê topbaran dikin.”

Hûriye got: “Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlan li gund ranewestin. Di qutkirina avê de sînordar neman lê belê çete bi awayekî domdar bi çekên giran gund topbaran dikin. Mala min ji ber topbarana bê ser gelek zirar dît.”

`SEDEMA WÊRANBÛNA HERÊMÊ DAGIRKERÎ YE`

Hûriye di dawiyê de got: “Herêma me ewle bû, lê piştî ku dagirker derbasî herêmê bû û bajarê Serêkaniyê dagir kir û gihaşt tixumên gund, herêma me wêran bû.”

(şx)

ANHA