Şêxên eşîran: Divê hikumeta Sûriyê bi agir nelîze

Şêxên eşîrên herêma rojhilatê Sûriyê gotin: “Armanca Tirkiyê û hikumeta Sûriyê ji hedefgirtina şêxên herêmê, tunekirina destkeftiyên gelên herêmê, têkbirina yekitiya wan û derxistina fitneyeke tayifî ye. Divê hikumeta Sûriyê bi agir nelîze."

Şêxên eşîran: Divê hikumeta Sûriyê bi agir nelîze
3 îlon, 2020   03:12
QAMIŞLO- ÎSAM ABDULLAH

Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Sûriyê bi hemû rêbazan û bi rêya ajanên xwe, çeteyên DAIŞ`ê û şaneyên razayî hewl didin ku destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bikin û şerekî navxweyî li herêmê derxînin. Ji bo pêkanîna wê armancê, ciwanan ji bo xizmeta ajandeyên xwe bi kar tînin û êl û serokeşîrên herêmê û bi taybetên serokeşîrên herêmên Dêrazor û Reqayê, hedef digirin.

Di demên dawîn de, hejmareke serokeşîrên Ereb hatin hedefgirtin. Herî dawî di 2`ê Tebaxê de şêx Xelîl Îbrahîm El-Cedan El-Hefel û şêx Metşer El-Hemûd li herêma El-Hewayic ê girêdayî bajarokê Zêban a gundewarên rojhilatê Dêrazorê hatin hedefgirtin. Di encamê de şêx Metşer El-Hemûd û ajokarê erebeyê hatin kuştin û şêx El-Cedan El-Hefel bi giranî birîndar bû.

Çavdêrê giştî yê Meclisa Eşîr û Êlên herêma rojhilat He was Cidêi ji ANHA`yê re, bûyerên hedefgirtina serokeşîran û hewldanên derxistina fitneyê nirxand. Her wiha bi navê Meclisa Eşîr û Êlên herêma Rojhilat sûc û hedefgirtina şêxên eşîran û bi taybetî eşîrên Reqa û Dêrazorê, şermezar kir.

‘DEWLETA TIRK TERORÊ FÎNANSE DIKE Û BERÊ TERORÎSTAN DIDE BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ’

Hewas Cidêi got: “Dewleta Tirk a faşîst "terorê û terorîstan" fînanse dike û xaka Tirkiyê kiriye navena şandina terorîstan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Tirkiye dixwaze bi rêya komên çete û şaneyên razayî yên li herêmê fitneyeke tayifî, mezhebî û etnîkî derxîne. Dewleta Tirk a faşîst di radeya yekemîn de berpirsyariya van sûcan radike. Aramanca bûyerên hedefgirtinê êdî ji her kesî re xuya ye. Hikumeta Sûriyê û komên terorîst jî sûdê ji van kiryaran digirin."

Cidêi wiha lê zêde kir: "Armancên gelek aliyan ji êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene. Ji ber ku bi saya pêkhateyên herêmê û fedekariyên zêdetirî 12 hezar şehîd û bi deh hezaran birîndaran, aramî û îstiqrar pêk hat."

‘ARMANCA TIRKIYÊ Û REJÎMA SÛRIYÊ TÊKBIRINA ARAMÎ, ÎSTIQRARÊ YE Û TUNEKIRINA DESTKEFTIYÊN GELÊN HERÊMÊ YE’

Cidêi di axaftina xwe de daxuyand ku armanca rejîma Tirkiyê û Sûriyê têkbirina îstiqrar û aramiya herêmê û pêkanîna ajandeyên xwe ye.

Her wiha diyar kir ku Tirkiye tunekirina destkeftiyiên gelên herêmê yên bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin û tunekirina fikrên netewa demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, armanc dike. Cidêi got: "Tirkiyê felsefeya netewa demokratîk li pêş ajandeyên xwe yên dagirkeriyê li herêmê, asteng dibîne. Ji ber ku armanca wê ya sereke dagirkirina herêmên ji Helebê heta Mûsilê û tevlêkirina wan ji Tirkiyê re ye."

Cidêi wiha destnîşan kir: "Tirkiye hewl dide demografiya herêmê biguhere, şêniyên resen bide koçberkirin û komên terorîst li şûna gelên herêmê bi cih bike. Divê haya gel ji van lîstokên Tirkiyê û rejîma Sûriyê hebe."

Cidêi îşaret bi wê yekê kir ku: "Dewleta Tirk û hikumeta Sûriyê bi taybetî eşîran hedef digirin. Ji ber ku ew hêzên sereke û garantor ên herêmê ne û herêm xwedî taybetmendiyeke eşîratî ye. Ji lewra hewl didin ku bi hedefgiritna eşîran ewlehiya herêmê derb bikin."

‘BI YEKITÎ Û YEKRÊZIYÊ, ÎSTIQRARA HERÊMÊ MAYÎNDE DIBE’

Cidêi her wiha îşaret bi rola hemû êl û serokeşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di yekirina refên xwe û sekinandina li hemberî fitneya tayifî, mezhebî û etnîkî de, kir û wiha got: "Divê em li dijî van kiryaran bisekinin, ji ber ku nakevin berjewendiya Kurd, Ereb, Suryen, Êzidî, Keldan û Elewiyan. Îstiqrara herêmê serkeftina me ye. Dê ev fitne bandorê li tevahî gelê Sûriyê bike."

Cidêi piştrast kir ku îstiqrara herêmê dikeve berjewendiya tevahî Sûriyê, ji ber wê yekê divê rejîma Sûriyê destekê bide herêmê û bi agir nelîze, ji ber ku ne berjewendiya kesî ye. Her wiha bang li kesayetên welatparêz û partiyên siyasî yên Kurdî, Erebî û Suryenî kir ku dûrî berjewendiyên partiyetî yên teng, berjewendiyên malbatî û kesayetî bikevin. Pêwîstiya me bi berjewendiyeke netewî ku dikeve xizmeta gel û destkeftiyên pêkhateyên herêmê diparêze, heye."

Endamê Meclisa Eşîr û Êlên herêma Rojhilat Ehmed El-Şamî jî got: "Eşîr û êlên herêmê hevgirtî ne û bingeheke bi hêz li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava dikin. Meclis hemû gef û rengên mêtîngeriyên ên Tirkiyê, çeteyên DAIŞ`ê û komên terorîst red dike. Ji ber ku armanca wan a sereke derbkirin û xerakirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jihevxistina tevna civakî ye."

El-Şamî diyar kir ku ew bi Hêzên Sûriya Demokarîk (QSD) serbilind e, ji ber ku her tim li dijî lîstok û êrişên li dijî herêmê disekine.

El-Şamî wiha lê zêde kir: "Bi saya felsefeya netewa demokratîk em di aramî û ewlehiyê de dijîn. Hemû pêkhate li hev dikin û xwedî nêrîneke hevbeş in."

Ehmed El-Şamî bang li hemû eşîrên Sûriyê kir ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û komên terorîst ku gefan li ewlehiya herêmê dixwin, yekrêziya xwe ava bikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/egYdZ0gKQCo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>