Pentegonê veuguhestina çeteyan ji bo Lîbyayê belge kir

Çavdêrê leşkerî yê giştî yê Pentegonê li ser agahiyên Fermandariya Giştî ya Amerîkayê li Afrîkayê (USAFRICOM) ên girêdayî pêşetina aloziya Lîbyayê ji 1`ê Nîsanê heta dawiya Hezîranê, raporek rakir û îşaret bi çalakiyên Tirkiyê yên veguhestina çeteyan ji bo Lîbyayê kir.

Pentegonê veuguhestina çeteyan ji bo Lîbyayê belge kir
2 îlon, 2020   19:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di raporê de wiha hate gotin: "Tirkiyê bi sedan endamên yekîneyên xwe yên fermî derbasî erdên Lîbyayê kir. Bi tabyetî endamên ji tîmên perwerdekar, şêwirmend, şêwirmendên sîstema pargala asîmanîn ya Tirkiyê û amadekarên mayinên li kêleka rêyan tên bicihkirin."

Di dewama rapora ji sed rûpelî de, wiha hate diyarkirin: "Tirkiyê her wiha zêdetirî 5 hezar çeteyan ji bo piştgiriya hikumeta Wîfaqê ya li Terabilusê şand Lîbyayê. Çete bi balafirên leşkerî yên Tirkiyê hatin şandin."

Li gorî raporê, çeteyên hatine şandin berê gelek sûc pêk anîne û li dijî sivîlên Lîbyayê binpêkirin û destdirêjî kirine. Hate piştrastkirin ku piraniya wan ne xwedî tecrubeyên leşkerî ne û tenê ji bo pereyan berê xwe dane Lîbyayê.

(cx)