DYA’yê bi awayekî demkî qedexeya çekan li ser Qibrisê rakir

DYA’yê ragihand ku dê heta salekê qedexekirina çekan a li dijî Qibrisê rake.

DYA’yê bi awayekî demkî qedexeya çekan li ser Qibrisê rakir
2 îlon, 2020   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP’ê wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mike Pompeo, serokkomarê Qibrisê Nikos Anastasiades bi rêya telefonê agahdar kir ku dê hin guhartin çêbin û dê ji 1’ê Cotmehê de DYA qedexeya firotin an jî veguhastina madeyên parastin û xizmetên parastinê heta salekê rake.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Morgan Ortagus wiha got: "Pompeo careke din piştrast kir ku DYA piştevaniya lihevhatina giştî ya vegerandina yekkirina giravê dike."

Ev gav, di demekê de ku nakokiyên li rojhilatê Deryaya Spî di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de li ser sînorê deryayî û mafên vekolîna gaze zêde dibin, pêk hat.

(fr)