Ciwanên PYD'ê yên Qamişloyê tev li pêngava "Em ê bi teqez bi serkevin" bûn

Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe ji pêngava "Em ê bi teqez bi serkevin" ragihandin û bang li hemû ciwanan kirin ku her qad bikin qada berxwedanê.

Ciwanên PYD'ê yên Qamişloyê tev li pêngava "Em ê bi teqez bi serkevin" bûn
1 îlon, 2020   18:25
QAMIŞLO

Bi dehan ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ku li parka xwendinê ya bajarê Qamişlo kom bûn daxuyanî dan û tevlêbûna xwe ji bo pêngava "Em ê bi teqez bi serkevin" ragihandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, rejîma kapîtalîst bi serkêşiya dewleta Tirk a faşîst di dîroka berê û heta roja me ya îro hewl dide bi syaetên xwe yên çewistandin û qirkirinê gelan tune bike.

Ciwanan bal kişandin ser berxwedana Heftenînê û gotin: "Berxwedana Heftenînê ya bi rêveberiya hêzên tevgera rizgariyê gerîla li hemberî rejîma faşîst sekiniye û derbarên giran lê dixe."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Ev berxwedan ji bo parastina nirx û rumeta gelê Kurd û hemû gelên herêmê ye. Ji vî bingehê û bi rihê berxwedana Heftenînê û ji bo tohildanê ji her kêliyek li Îmraliyê û ji bo rakirina rejîma Tirk a dagirker ji kokê re û tunekirina wê em ê teqez bi serkevin."

Ciwanên PYD'yî  bang li tevahî ciwanên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Êzidî kirin ku her derê bikin qada berxwedan û serfeberiyê û gotin: "Em jinên ciwan û ciwanên PYD'ê tevlêbûna xwe ji pêngava 'Em ê teqez bi serkevin' radighînin û bi rihê şoreş û berxwedanê pêngavê silav dikin."

Piştî xwendina daxuyaniyê diruşmeyên silavkirina berxwedana Heftenînê û şeremzarkirina dagirkeriyê hatin berzkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ts0buyxhHXU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>