'Divê bi hezaran girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de demildest werin berdan'

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, hiqûqnasên Efrîn û Şehbayê bang li rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî kir ku bi erkên xwe yên qanûnî û exlaqî rabin û ji bo ku bi hezaran girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de demildest bên berdan.

'Divê bi hezaran girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de demildest werin berdan'
31 tebax, 2020   11:57
ŞEHBA

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, hiqûqnasên Efrîn û Şehbayê têkildarî parêzer Ebru Tîmtîk de ku di encama greva birçîbûnê ya 238 rojan de jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek li Kampa Serdem a Şehbayê da.

Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Hac Hemo bi zimanê erebî û endama rêxistinê Wefa Bekir bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

"Rejîma Tirkiyê tevahî mafên siyasî yên welatiyên xwe binpê dike. Li dijî welatiyan tevahî şêweyên sûc, çewisandin, mehrûmkirina maf û azadî pêk tîne. Her wiha di dema Selaheattîn Demirtaş û parêzer Ebru Tîmtîk hatine girtin û gelek parêzer mîna Tahir El.î hatin suîqastkirin.

Ebru Tîmtîk piştî berxwedana li hember dewleta Tirk a faşîst red kir, 238 rojan kete greva birçîbûnê.

Li dijî Ebru Tîmtîk 13 sala ceza hat birîn, her wiha li dijî hevrêyê wê Aytac Unsal 11 sal ceza hat birîn. Piştre bi daxwaza dadgehkirineke adil û pêkanîna edaletê li Tirkiyê di Nîsana borî de kete greva birçîbûnê.

Hê jî parêzer Aytac Unsal ku bi Ebru Tîmtîk re dest bi grevê kiriye, berdewam e. Her wiha her du parêzeran banga dadgekirineke adil dikin û wiha digotin "Tawanbariya wan ne li gorî tu delîlan e."

Em van sûcên AKP’ê û destwerdana wê ya bêserûber şermezar dikin, her wiha bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî li hember van sûcên li dijî çalakvanan li Tirkiyê pêk tê, şermezar dikin.

Bang li tevahî rêxistinên mirovî û hiqûqî yên li cîhanê, di serî de NY, Rêxistina Efûyê ya Navnetweyî, rêxistinên mafên mirovan ên Ewropayê û tevahî rêxistinên peywendîdar dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî li hember bûyerên di girtîgehên Tirkiyê de ji binpêkirin û dadgehkirina bêserûber pêk tên, rabin. Her wiha bi lez destwerdana rizgarkirina jiyana bi hezaran girtiyên xwedî nêrîn bikin û fişarê li dewleta Tirk bikin ku destwerdana pergala wê ya dozgerî û siyaseta ji bo AKP’ê rawestînin.”

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RJS8odBJP-0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>