​​​​​​​Emna Xidir: Dewleta Tirk di kesayeta jinan de şerê demokrasiyê dike

Endama Meclisa Jinên Sûriyê Emna Xidir bang li tevahî jinên cîhanê kir ku hevgirtî bin û destekê bidin jinên Tirk ên rastî tundiyê tên. Di demekê de ku endamên AKP`ê bang li Tirkiyê dikin ku ji peymana Stenbolê ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, vekişe.

​​​​​​​Emna Xidir: Dewleta Tirk di kesayeta jinan de şerê demokrasiyê dike
31 tebax, 2020   08:54
HELEB- MIHEMED EBDO

Di demên dawîn de bûyerên qetilkirina jinan û xwekuştinê jinan li Tirkiyê zêde bûn. Sedema wê yekê tundiya malbatî û binpêkirina mafên jinan e, li gel tunebûna mekanîzmayeke zagonî ku edaletê pêk bîne û mafên jinan biparêze.

Tevî ku sala 2011`an di çarçoveya hewldanên têketina Yekitiya Ewropayê (YE) de, Tirkiyê peymana Stenbolê îmze kir ku di bendên wê de tekezî bi têkoşîna li dijî tundiya malbatî û parastina mafên jinan dike. Lê belê çalakvanên mafên jinan tekez dikin ku bendên peymanê tenê li ser kaxizê mane û di rastiyê de nayên pêkanîn.

Gelek rayedarên partiya AKP`ê ku Tirkiyê bi rê ve dibe, da zanîn ku Tirkiyê dikare ji vê peymanê vekişe ji ber ku ne li gorî pîvanên ola îslamê ye.

Li ser wê yekê hejmareke rêxistinên jinan ên banga wekheviya di navbera her du zayendan de û avakirina jiyaneke hevbeş dikin, bertekên xwe nîşan dan.

REDKIRINA CUDAKARIYÊ

Têkildarî mijarê, endama Meclisa Jinên Sûriyê ya ji pêkhateya Tirkmen Emna Xidir wiha got: "Binpnêkirin û tundiya li dijî jinên Tirk û jinên kêmneteweyên din pêk tên, ne tiştekî nû ye. Hikumeta Tirk ji salên 90`î ve vê siyasetê dimeşîne û di bin navê olê de jin ji mafên xwendin û beşdarbûna zanîngehan bê par hiştin."

Li ser rêbazên bersivdayîna wan kiryaran jî Emna diyar kir ku tundiya malbatî ya li Tirkiyê belav e rastî redkirin û xwepêşandanên jinan hat. Jinan cudahî red kir û dengên xwe gihand rêxistinên navneteweyî û  cîhanî da ku zextê li hikuemta Tirkiyê bikin. Xwepêşandanên aşîtyane ji rêbazên herî guncew e.

Emna wiha domand: "Sûc û tundiya li Tirkiyê pêk tê bi taybetî jî tundiya malbatî, gelek bandorên nerênî bi xwe re tîne. Bandoreke mezin li derûniya jinan dike û bi wê re diyardeya xwekuştinê bi rêjeyeke mezin belav dibe. Sedema wê yekê tundbûna dezgeheke zagonî ku parastina mafên jinan dike."

Emna di axaftina xwe de îşaret bi pêkanîna kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk ji aliyê komên terorîst ve kir û wiha got: "Tirkiye ew kom li ser heman îdeolojiyê li Sûriyê ava kirin, wekî DAIŞ`ê ku di bin navê cîhadê de jin tecawiz dikirin û wê yekê bandoreke mezin li jinên Sûriyê kir."

‘DEWLETA TIRK ŞERÊ JINAN DIKE’

Endama Meclisa Jinên Sûriyê Emna Xidir destnîşan kir ku hikumeta Tirkiyê ji ber armancên cuda û ji bo şikandina vîna jinan û lawazkirina wan, hin jinên siyasetmedar û fermandar kirin hedef. Lê belê vê yekê vîn û israra jinan zêdetir kir.

Li ser sedema berdewamkirina hedefgirtina jinên fermandar ji aliyê dewleta Tirk ve, Emna Xidir wiha diyar kir: "Heke em bipirsin, çima dewleta Tirk jinan hedef digire? Ji ber ku jin hewl didin civakê bi fikrên rizgariyê, komînal û demokratîk bi rêve bibin û ew yek li dijî sîstema hundirîn a dewleta Tirk e.

Emna sîstema Tirkiyê bi du rûyî bi nav kir û got: "Ji ber ku ji derve ve xwe pêşketî nîşan dide, lê di rastiyê de ew xwedî fikrên olî yên radîkal e li dijî fikrên demokarîk e û bi hovîtî li dijî jinan kar dike."

‘JINÊN CÎHANÊ HEVGIRTÎ NE’

Emna piştrast kir ku ji bo parastina mafên jinan ew xwe dispêrin qanûnê û wiha got: "Wekî tevgera rizgariyê ya jinan em li hemberî wan binpêkirinan bêdeng namînin. Em hemû dewletên ku tundiyê li dijî jinan bi kar tîne, şermezar dikin û dengê xwe tev li dengê jinên Tirkiyê û cîhanê dikin ku xwepêşandanan li dar bixin û vê tundiya sîstematîk rawestînin."

Endama Meclisa Jinên Sûriyê Emna Xidir bang li hemû jinên Tirkiyê kir ku bibin yek û van binpêkirinan red bikin. Ji ber ku heke rewş wiha dewam bike dê jinên Tirkiyê di qonaxa bê de werin paşguhkirin. Emna ev bang li jinan kir: "Heke hûn girêdayî mafên xwe bin, divê hûn derkevin qadan, mafên xwe bixwazin û li dijî sîstema desthilatdar bisekinin."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/86kuvOq5A-c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>