Rojeva rojnameyên erebî-24 Tebaxê

Rojnameyên erebî yên îro der barê hevdîtinên komîteya destûrê, her wiha rewşa Lîbyayê û liva Amerîka ya li Rojhilata Navîn nivîsîn

Rojeva rojnameyên erebî-24 Tebaxê
24 tebax, 2020   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-BEYAN: HEVDÎTINÊN KOMÎTEYA DESTÛRÊ YA SÛRIYÊ ÎRO LI CINÊVÊ PÊK TÊN

Têkildarî mijarê, rojnameya El-Beyan nivîsî:" Îro li Paytexta Siwîsra Cinêvê hevdîtinên nû yên komîteya destûrê ya Sûriyê, di navbera aliyên opozisyonê û hikûmeta Sûriyê û kesayetên serbixwe pêk tên û dê ta roja înê dewam bikin, ji bo ku der barê destûra nû de lihev bikin, bi piştgiriya Netewyên Yekbûyî û bi taybet bi piştgiriya Rûsya. Amerîka jî mijarê ji dûr ve dişopîne".

Rojname bi geşbîn e der barê xebatên komîteyê de û li ser zimanê çavkaniyekî nivîsî "Hevdîtinên vê carê, dê ji bo nirxandina hin dosyayên berê be" her wiha diyar kir ku tu biryar ji hevdîtinên vê carê dernakevin û rê dirêj e, piştre hevdîtinên din pêwîst in".

Çavkanî diyar kir ku Îran yek ji aliyên ku li dijî pêvajoya komîteya destûrê ye.

Çavdêr dibêjin ku yek ji kêmasiyn sereke yên komîteyê ew ku ta niha programeke xebatê ku hemû alî bipejirînin tune ye.

EL-EREB: ARTÊŞA LÎBYAYÊ ARMANCÊN VEŞARTÎ YÊ EL-SERAC LI PAŞ AGIRBESTÊ EŞKERE DIKE

Der barê geşedanên li Lîbyayê rojnameyê nivîsî "Artêşa Lîbyayê bi fermandariya general Xelîfa Hefter helwesta xwe der barê insyatîfa serokê hikûmeta Wifaqê Fayiz El-Serac ya agirbestê de, eşkere kir û anî ziman ku wî got ku ev insyatîf armanca wê xapandin e".

EL-ŞERQ EL-EWSET: RAYEDARÊN AMERÎKA YÊN PAYEBILIND LI ROJHILATA NAVÎN IN

Der barê hewldanên Amerîkayê ku di navbera Israîl û dewletên erebî de rojnameya El-Şeriq El-Ewset nivîsî:"Berpirsên Amerîka yên payebilind xwe amade dikin ku serdana Rojhilata Navîn bikin, bi taybet Israîl û Imaratê, da ku piştgiriya hevpeymana di navbera her du dewletan de bikin, her wiha hin dewletên Erebî yên din jî tevlî bikin".

Çavkaniyên diplomatîk li Israîlê diyar kirin ku Amerîkî dixwazin lihevhatina Imarat û Israîlê biser bikeve, her wiha dixwazin lihevhatinê ferehtir bikin û hin dewletên erebî yên din tevlî bikin. Çavkaniyan behsa Sûdanê kirin ku dibe bi Israîlê lihevhatinê bike".

(kn)