​​​​​​​David Hale dê sibê serdana Lubnanê bike

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Beyrûtê ragihand ku nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê yê kar û barên Rojhilata Jêrîn David Hale sibê serdana Lubnanê dike û dê li ser wendahiyên teqîna perava Beyrûtê sersaxiyê bide gelê Lubnanê.

​​​​​​​David Hale dê sibê serdana Lubnanê bike
12 tebax, 2020   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozxaneyê diyar kir ku David Hale dê piştgiriya hikumeta Amerîka bi gelê Lubnanê re careke din dubara bike.

Nûnerê wezareta Amerîkayê Hale dê bi rayedarên siyasî, civaka sivîl û ciwanan re bicive. Her wiha dê tekeziyê bi pêwîstiya çareseriyên aborî, diravî û binesaziyê, tunekirina gendeliyê, pêkanîna lêpirsînê û serweriya dewletê û saziyên heyî, bike.

Balyozxaneyê destnîşan kir ku dê welatî wê piştgiriya hemû hikumetên ku îradeya gel temsîl dikin.

(cx)