Hikumeta Sûriyê rêxistineke kontra ava kiriye

​​​​​​​Li pey sûîqestên dawî yên li Dêrazorê ku van hefteyên dawî li dijî serokeşîr û rûspiyan tê kirin, şopên cidî yên hikumeta Sûriyê hene. Kesekî hate girtin li xwe mikur hat ku hikumet rêxistineke kontra ava kiriye.

Hikumeta Sûriyê rêxistineke kontra ava kiriye
7 tebax, 2020   05:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, Hêzên Ewlehiyê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kesekî bi navê Ebdilrezzaq Newaf El Qatay girtin, ku li gel danazenek hate girtin û di danezanê de serokeşîr û rûspî di hedefê de bûn. El Qatay li xwe mikur hat ku hucreya sûîqestê ji hêla hiikumeta Sûriyeyê ve hatiye avakirin.

Hêzên Ewlehiyê yên QSD'ê ragihand, kesê navborî dema ku belavok belav dikir hatiye girtin, ku 29'ê Tîrmehê kesek li Şedadê hatiye girtin û li ser kesê navborî belavok hatine zevtkirin. Di belavokê de tê gotin ji bo ku sûîqestê li meclîsa eşîran, hevserokê meclîsa xwecih bike komeke bi navê 'Berxwedana Ereban a Çekdar' hatiye damezrandin.

Qatay ê 1981'ê li Şedadê jidayik bûyî li xwe mikur hat ku rêxistina bi navê 'Berxwedana Erebên Çekdar' ji hêla hikumeta Sûriyeyê ve bi rengê hucreyan hatiye damezirandin, bi mebesta ku bi sûîqestê rûspî, serekeşîr, hevserokên meclîsan û endamên dîwana edelatê qetil bike.

Qatay amaje bi sûîqestên li Dêrazorê yên li dijî 2 rûspiyan kir û wiha got: "Em tîma Hesekê hê me gav neavêtî, yên li Dêrazorê hedefên xwe pêk anîn."

Qatay got, îstîxbarata hikumeta Sûriyeyê peywir daye wî ku serekeşîr, rûspî û endamên meclîsê yên nêzî QSD'ê tasfiye bike. Qatay wiha li xwe mikur hat: "Birayê min li asayîşa rejîmê ya Hesekê katîb e. Ez bi Ebû Muhammed re, yê di îstîxbarta siyasî ya Hesekê de dame naskirin. 19'ê Tîrmehê bi birayê xwe re em çûne Hesekê. Li wir, di parkeke rejîmê de ez û Ebû Muhammed em axivîn. Me ji bo ku em serekeşî, rûspî û hevserokên meclîsên bi ser QSD'ê ve tasfiye bikin nîqaş kir. Hate gotin ev kar wê bi rengekî xef were kirin. Peywira ku pêşî dabûne min jî ev bû. 29'ê Tîrmeha 2020'an danezan gihaştine ber destê min. Min jî, bi rengê ku me nîqaş kirî belav kir. Min danezanên ku ji min re hatin, bi rengekî veşartî li serekeşîr, rûspiyên herêmê û hevserokên meclîsên bi ser QSD'ê ve belav kirin. Belavok, bêyî ku ew bibînin di bin derî re me avêtin."

Qatay got, Sûriyeyê hucreyên ji bo xebatên kontra li herêmê bike, weke ku jê bêrî be, bi navê 'Berxwedana Erebên Çekdar' bi nav kiriye.

Qatay wiha li xwe mikur hat: "Diviya hemû karê bi dizî bûya. Di belavokê de rûspî, serekeşîr û hevserokên meclîsan ên bi QSD'ê re tevdigerin gef li wan tê xwarin. Hikumeta Sûriyeyê ev dikir lê me navê 'Berxwedana Erebên Çekdar' bi kar anî. Di belavokê de ji xwe damezirandina vê dihate ragihandin. Pir girîngî didana xefbûnê. Ji bilî çend kesên têkilî hev hucre wê hev nasnekirina. Ji ber vê jî, ez yekîneyên li deverên din nasnakim."

Kesê hatî girtin bal kişande ser sûîqestên van hefteyên dawî yên li Dêrazorê û got: "Me dît ku li Dêrazorê çi bû. Diviya heman xebat li van deran jî bibûna. Diviya ev hedef bihatan kuştin û tasfiyekirin. Lê hucreyên Dêrazorê û Hesekê ji hev cihê bûn. Ji ber vê me hev nas nedikir. Me jî tenê belavok belav kir, li vir hê nû rêxistiniya xwe dikir. Ji xwe ez hatim girtin. Heke nehatama girtin bi Ebû Muhammed re wê hevdîtina me bibûya û ez bi hinan bidama naskirin."

Belavoka li ser Qatay hatî girtin bi destnivîsê hatine hazirkirin. Di belavokê de ku heqaret li QSD'ê tê kirin û tê gotin, "Em ê meclîsên eşîreyan ên xayîn, meclîsên edelatê, partiyê, peywirên îstîxbaratê, hevserokên meclîsa xwecih bikin hedef."

Di belavokê de her wiha tê gotin wê hemû kesên ku kirine hedefê bikujin.