Li Şehbayê projeya berfihekirina avakirina dibistanan

Heyva Sor a Kurd bi hevkariya bi KPC-Demokratîk a kantona Efrînê re projeya avakirina dibistanên nû li kantona Şehba û navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê, fireh kir.

Li Şehbayê projeya berfihekirina avakirina dibistanan
Li Şehbayê projeya berfihekirina avakirina dibistanan
Li Şehbayê projeya berfihekirina avakirina dibistanan
Li Şehbayê projeya berfihekirina avakirina dibistanan
22 tîrmeh, 2020   12:45
ŞEHBA

Piştî ku Heyva Sor a Kurd bi hevkariya bi Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk(KPC-Demokratîk) re dibistana kampa Serdemê bi dawî kir, pêwîstî bi avakirina dibistanên nû li gund û navçeyên dîtir çêbû.

Bi wê re jî proje hat berfihekirin ku gelek dibistan li gund, navçeyên Şehba û navçeya Şêrawayê ava bikin. Li gorî berpirsên Heyva Sor a Kurd dê di projeyê de ev dibistanê bên avakirin; kampa Berxwedan bi rûbera 870 m ku tê de  26 ref ji bo hezar şagirtên seretayî, gundê Babinis bi rûbera 260 m, tê de 9 ref ji bo 150 xwendekarên navîn û amadehî, dibistanek li Ehresê bi rûbera 170 m ku tê de 4 ref ji bo pêşwazîkirina zêdetirî 200 şagirtên seretayî , li gundê Aqîbê bi rûbera 150 m tê de 4 ref ji bo 130 şagirtên seretayî, li gundê Ziyaretê bi rûbera 200 m ku tê de 7 ref ji bo 175 xwendekarên navîn û amadehî, kampa Vegerê bi rûbera 200 m ku tê de 7 ref ji bo pêşwazîkirina 150 şagirtên seretayî.

Werşeya kar dest bi avakirina dibistanên kir da ku pêşwaziya xwendekaran bi destpêkirina sala nû ya xwendinê 2020/2021’an bike.

Ev pêngav ji bo hêsankirina perwerdeya xwendekaran e, bi taybet xwendekarên ji ber tunebûna dibistanan û sererastkirî astengiyan dikişînin.

(fr)

ANHA