Piştî Almanya, DYA’yê jî Tirkiyê hişyar kir

DYA’yê der barê vekolîna Tirkiyê ya petrol û gazê li peravên giravên Yewnanistanê li herêmêa rojhilatê Deryaya Spî hişyarî da dewleta Tirk.

Piştî Almanya, DYA’yê jî Tirkiyê hişyar kir
22 tîrmeh, 2020   07:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporên çapemeniyê yên ku agahiyên xwe dispêrin berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê wiha got: "DYA’yê dizane ku Tirkiyê biryara lêgerînê di ava binakok a li rojhilatê Deryaya Spî de daye."

Berdevk wiha domand: "Divê desthilatên Tirkiyê planên xwe rawestîne û pêngavên ku nakokiyên li herêmê zêde dikin, rawestîne."

Hişyariya Amerîkayê û wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas yek in ku wî jî ji Tirkiyê daxwaza rawestandina vekolîna li petrol û gazê li ava rojhilatê Deryaya Spî kiriye.

Wezîrê almanî di serdana li Atînayê ya duh de wiha got: "Der heqê vekolîna Tirkiyê ya li rojhilatê Deryaya Spî de helwesta me eşkere ye, divê rêzdarî li hember qanûnên navneteweyî hebe. Ji lew re pêşdeçûna di têkiliyên YE û Tirkiyê de dê ne pêkan bin, heta ku Enqere şantajên xwe li rojhilatê Deryaya Spî rawestîne."

(fr)