Bi merasîmekê cenazeyê şehîd Çekdar Cûdî spartin axê

Bi merasîmekê girseyî cenazeyê şervanê QSD'ê Çekdar Cûdî li goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê hate veşartin.

Bi merasîmekê cenazeyê şehîd Çekdar Cûdî spartin axê
Bi merasîmekê cenazeyê şehîd Çekdar Cûdî spartin axê
Bi merasîmekê cenazeyê şehîd Çekdar Cûdî spartin axê
Bi merasîmekê cenazeyê şehîd Çekdar Cûdî spartin axê
Bi merasîmekê cenazeyê şehîd Çekdar Cûdî spartin axê
Bi merasîmekê cenazeyê şehîd Çekdar Cûdî spartin axê
Bi merasîmekê cenazeyê şehîd Çekdar Cûdî spartin axê
Bi merasîmekê cenazeyê şehîd Çekdar Cûdî spartin axê
Bi merasîmekê cenazeyê şehîd Çekdar Cûdî spartin axê
21 tîrmeh, 2020   18:07
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê QSD'ê Mahsûm Hesen (Çekdar Cûdî) ê ku li ser erka xwe ya leşkerî şehîd bibû, ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ji dehan ereban ber bi goristana Şehîd Dijwar ve bi rê ketin.

Li goristanê deqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê hate lidarxistin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, endamê meclisê Ebdulrezaq Ehmed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em bejna xwe li hemberî lehengên ku di oxira pêkanîna azadiyê de giyanê xwe feda kirine, ditewînin. Malbatên şehîdan ji bo parastina şoreşê, pêkanîna jiyaneke aştiyene û civakeke demokratîk û azad bê teredud zarên xwe dan."

Di merasîmê de Fermandarê Meclisa Leşkerî ya bajarê Hesekê Remedan Badînî soza şopandina rêya şehîdan dûbare kir û derheqê şehîd Çekdar de got: "Şehîd Çekdar berxwedêrek bû, yek ji sembolên şoreşê ye. Erka jê dihat xwestin bi rêkûpêk bi cih dianî. Em soz didin ku em ê xeta wî berdewam bikin ta armancê ku ji bo wê şehîd bûyne, bighînin serî."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîda nasnameya şehîd xwendin û radestî malbata wî kirin.

Ceanzeyê şehîd Çekdar Cûdî di nava diruşme û tilîliyên dayikan hate veşratin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o3NXnXsd31c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>