QSD’ê qedexeya derketina derve bi dawî kir

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) qedexeya derketina derve ya ku di qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê de ragihandibû, bi dawî kir.

QSD’ê qedexeya derketina derve bi dawî kir
20 tîrmeh, 2020   12:56
DÊRAZOR

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê de qedexeya derketina derve bi armanca parastina jiyana sivîlan di operasyonên legerînê li herêmên rojhilatê gundewarên Dêrazorê de ragihandibû.

QSD’ê beriya çend kêliyan qedexeya derketina derve bi dawî kir.

Her wiha QSD`ê ferman da fermandarên meydanî yên li herêmê ku şêniyan di vî warî de agahdar bikin.

(şx)

ANHA