Bi meşeke meşeleyî salvgera Şoreşa 19'ê Tîrmehê silav kirin

Bi diruşmeya "Şoreşa Rojava şoreşa jin e..vaya jin şoreşa xwe diparêze", bi pêşengiya jinan bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşek meşleyî lidar xist û Şoreşa 19'ê Tîrmehê silav kir.

Bi meşeke meşeleyî salvgera Şoreşa 19'ê Tîrmehê silav kirin
Bi meşeke meşeleyî salvgera Şoreşa 19'ê Tîrmehê silav kirin
Bi meşeke meşeleyî salvgera Şoreşa 19'ê Tîrmehê silav kirin
Bi meşeke meşeleyî salvgera Şoreşa 19'ê Tîrmehê silav kirin
18 tîrmeh, 2020   19:35
HELEB

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê  ku mişle, wêneyên şehîdan û posterên Rêber Abdullah hildan bûn, li beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn da ku beşdarî mesa ji bo salvgera 8'an a 19'ê Tîrmehê bibin. Meş ji aliyê Kongreya Star ve hat lidarxistin.

Meş li kolanên sereke yên taxê dewam kir û li çerxerêya Şehîd Destîna a beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê sekinî. Di meşê de diruşmeyên silavkirina berxwedana jinan hatin avêtin.

Li çerxerêya Şehîd Destîna beşdaran deqeyek rêz girtin. Piştre qeyda deng ê Rêber Abdullah Ocalan guhdar kirin ku banga têkoşîna azadiyê dike.

Endama Kongreya Star Rewşen Mûsa axivî, salvgera Şoreşa Rojava li beşdaran pîroz kir û got: "Şoreşa Rojava bi şoreş jin tê naskirin. Jin di her qadan siyasî û leşkerî de cihê xwe girt. Bedena wê bû pirek ber bi neteweya demorkatîk ve."

Rewşen Mûsa bang li jinan kir fikrê neteweya demokratîk bighînin tevahî cîhanê û soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiya meşê de xelekên dîlanê li ber stranên şoreşgerî hatin gerandin.

ANHA