Şer li Idlibê dijwartir dibe

Duh hêzên hikumeta Sûriyê herêmên çeteyên dewleta Tirk ên li Idlibê topbaran kirin. Her wiha ji duh ve şer rû dide.

Şer li Idlibê dijwartir dibe
9 tîrmeh, 2020   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku îro şer li eniyên herêma Fitêra ya başûrê Idlibê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de rû da.

Di heman demê de hêzên hikumeta Sûriyê herêmên Sifohên, Filêfil, Fitêra yên başûrê Idlibê û her wiha derdora deştê Xabê topbaran kirin.

SOHR`ê diyar kir ku duh hêzên hikumeta Sûriyê çeteyekî koma Cibha El-Weteniya li herêma Foca 46’an li gundewarên rojavayê Helebê hedef girt û ew kuşt, her wiha balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêmê geriyan. 

LEŞKEREKÎ HIKUMETA SÛRIYÊ HATE KUŞTIN

Çeteyên dewleta Tirk jî baregehên hêzên hikumeta Sûriyê li Kefer Nubul a gundewarên başûrê Idlibê û gundê Şûrlîn ê çiyayê Şehşebo topbaran kirin. Endamake hêzên hikumeta Sûriyê jî bi sekvaniyê ji hêla çeteyên dewleta Tirk ve li eniya şer a Riweyhayê hate kuştin.