Şaredariya Şedadê pirsgirêka avê bi awayekî demkî çareser kir

Şaredariya Gel a Şedadê bi buhayên guncaw, bi sarincan avê li şêniyan belav dike. Li aliyekî din şaredarî hewl dide xebatên xwe yên sererastkirina stasyona ava Şedadê bi dawî bike.

Şaredariya Şedadê pirsgirêka avê bi awayekî demkî çareser kir
Şaredariya Şedadê pirsgirêka avê bi awayekî demkî çareser kir
Şaredariya Şedadê pirsgirêka avê bi awayekî demkî çareser kir
Şaredariya Şedadê pirsgirêka avê bi awayekî demkî çareser kir
9 tîrmeh, 2020   06:18
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek caran stasyona Elûk kir hedef. Di encamê de xirab bû û av li ser herêmê qut bû. Şaredariya Gel a Şedadê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê avê, bi rêya sahrîcan avê ji şêniyan re peyda dike.

Li cem şaredariyê 8 sahrîc hene, tevî 15 sahrîcên taybet ku şaredariyê bi wan re peymanên mehane îmze kirine. Ev sahrîc avê ji bîrên Hesekê tînin û bi rêya komînan avê li şêniyan belav dikin. 5 bermîl av bi hezar û 500 lîreyên Sûriyê tê belavkirin. 23 sahrîc, avê li ser zêdetirî 600 gundên girêdayî navçeyê belav dikin.

Girêdayî mijarê cîgirê hevserokatiya Şaredariya Gel Husam El-Taan got: "Piştî bidawîkirina xebatên sererastkirina stasyona avê ya Şedadê, wê pirsgirêka avê li herêmên Hesekê û gundewarên başûr çareser bibe."

El-Taan destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ev cara heftan e ku ava stasyona Elûk qut dikin. Ji ber wê li herêmê pirsgirêka avê derket.

Li herêmên Şedadê û gundewarên wê bîrên ava vexwarinê tune ne, ji ber wê xebatên veguhestina avê ji bîrên Hesekê ber bi gundên navçeyê ve 6 saet dirêj dikin.

(şx)

ANHA