Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê: 14 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku îro 14 kesên din bi şewba Koronavîrusê (Covid-19) ketin û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê: 14 kesên din bi Koronavîrusê ketin
6 tîrmeh, 2020   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ku agahiyên xwe spartin Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê, ragihand ku 14 kesên din bi Koronavîrusê ketine.

Her wiha wezaretê diyar kir ku kesekî ku berê bi Koronavîrusê ketibû, jiyana xwe ji dest daye.