Wezîrê parastinê yê Tirkiyê çû Lîbyayê

Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar qet behsa serdana paytexta Lîbyayê Terablusê nekiribû lê hate zanîn ku gihaştiye Terablusê.

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê çû Lîbyayê
3 tîrmeh, 2020   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê û yên erebî ragihand ku wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar gihaşt paytexta Lîbyayê Terablusê. Beriya niha qet behsa serdanê nehatibû kirin.

Sedema serdana heta niha nehatiye eşkerekirin.

(eh)