PJAK: Di êrişa li ser gundê Kunemasî de hevalekî me şehîd bû

Meclisa PJAK’ê diyar kir ku di bombebarana duh a li Seyrangeha gundê Kunemasî yê bajarê Silêmaniyê de ya ji aliye balafirên dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatibû de, hevalekî wan şehîd bûye û 3 jî birîndar bûne.

PJAK: Di êrişa li ser gundê Kunemasî de hevalekî me şehîd bû
26 hezîran, 2020   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) derbarê bombebarana ku duh (25 Hezîran) li Seyrangeha Kunemasî ya Silêmaniyê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatibû de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev zanyarî hatin parvekirin: “25’ê Hezîranê saet di 17.00’an de li Seyrangeha Kunemasî ya girêdayî Şarbajar a Silêmaniyê komek hevalên me dema ji ser erka xwe vedigeriyan, bûne hedefa balafirên şer û sixûriyê yên dewleta faşîst a Tirk. Di encama vê êrîşê de hinek welatiyên Başûrê Kurdistanê ku ji bo seyranê hatibûn wir jî, bûn hedef. Her wiha ziyanek mezin a madî gihîşt xelkê vê herêmê.

Di encama vê êrîşa hovane de hevalekî me gihîştiye şehadetê, 3 hevalên me jî birîndar bûne.

Em vê êrîşa hovane şermezar dikin û ji birîndaran re şifaya xêrê dixwazin.

Em ê di demeke nêz de têkildarî bûyerê zanyariyên berfirehtir bi raya giştî re parve bikin.”