Li Lubnanê di navbera artêşê û xwepêşanderan de şer derket

Rojane li herêmên Lubnanê di navbera artêşa Lubnanê û xwepêşanderan de şer derdikeve.

Li Lubnanê di navbera artêşê û xwepêşanderan de şer derket
26 hezîran, 2020   13:31
BEYRÛT

Nûçegihanê ANHA'yê li Lubnanê ragihand ji ber qutkirina rêya ostostrad ji aliyê hikumetê ve, welatiyên Lubnanê bi erebeyan li ser rêya sahilî xwepêşandan li dar xistin û rê qut kirin. Her wiha diyar kir ku artêşa Lubnanê destwerdan kir û bi tundî rê vekir. Di encamê de, şer di navbera herdu aliyan de derket.

Hejmarek ji xwepêşander bi zorê ketin avahiya Wezareta Karên Civakî û çûne nivîsgiha wezîr Remzî El –Mşrifêh û daxwez kirin ku li wan were guhdarkirin .

Xwepêşanderan gotin ku wezaret navenda giştiye û ew wezarete herî girînge di vê rewşa jiyanî ya ne baş de û wezîr karê xwe bi cî nayînî ji welatiyan .

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ft5QdmvdptU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>