'Tişta ku DAIŞ temam nekir, dewleta Tirk hewl dide temam dike'

Jinên kantona Qamişloyê û ciwanên Hesekê diyar kir ku tişta ku DAIŞ li hember pêkanîna wê aciz bû, dewleta Tirk a dagirker temam dike, her wiha bang li jinên Bakur û Rojilatê Sûriyê kir ku li hember dewleta Tirk serî hildin.

'Tişta ku DAIŞ temam nekir, dewleta Tirk hewl dide temam dike'
'Tişta ku DAIŞ temam nekir, dewleta Tirk hewl dide temam dike'
'Tişta ku DAIŞ temam nekir, dewleta Tirk hewl dide temam dike'
'Tişta ku DAIŞ temam nekir, dewleta Tirk hewl dide temam dike'
'Tişta ku DAIŞ temam nekir, dewleta Tirk hewl dide temam dike'
24 hezîran, 2020   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji rêzeêrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şeva berê firokeyeke bêpîlot a dewleta Tirk a dagirker maleke li gundê Helincê yê kantona Kobanê hedef girt, di encamê de 2 endamên Kooordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl şehîd bûn û sivîla bi navê Emîne Weysî şehîd bû.

Bi rêya daxuyaniyên cuda, jinên navçeyên Til Hemîs, Til Birak, Tibespiyê û Dêrikê û ciwanên kantona Hesekê komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker pêk aniye, şermezar kir.

TIL HEMÎS

Jinên navçeya Til Hemîsê li pêş Navenda Kongreya Star a navçeyê kom bûn ku beşdarî daxuyaniyê bibin. Endama rêveber a Kongreya Star Coza Hasod daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Îro dewleta Tirk a faşîst bajarê şehîdan, bajarê berxwedêr ê Kobanê hedef digire ku rastî gelek êrişên DAIŞ’ê hat. Îro jî Erdogan rêwîtiya sûcên DAIŞ’ê bi hedefgirtina gundê Helincê û şehîdkirina hevrê Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û Emîne Weysî temam dike. Erdogan û DAIŞ heman rû ne, nûnertiya teror, kuştin, girtin û koçberiyê dikin.

Em bang li jinên tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sûriyê giştî û tevahî cîhanê dikin ku li hember dewleta Tirk serî hildin. Her wiha bang li NY’yê, Meclisa Ewlehiyê, rêxistinên mirovî dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî li hember van sûcan rabin."

TIL BIRAK

Jinên navçeya Til Birakê bi rêya daxuyaniya ku endama rêveber a Kongreya Star Henan Silêman xwendiye, êrişa Tirkiyê li ser bajarê Kobanê şermezar kir. Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişa faşîst li dijî Kobanê ku şeva 23’yê Hezîranê saet di 19:30’an  de gundê Helincê yê rojhilatê Kobanê kiriye armanc, şermezar dikin.

Jinên Til Birak piştrast kir ku dê li ser rêça şehîdan bin û bang li civaka navneteweyî di serî de NY’yê, rêxistinên têkildarî mafên jinan û mirovahî kir ku sûcdarên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiyan pêk tînin, muhasebe bikin.

TIRBESPIYÊ

Endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Xaliya Eyob li pêş navendê daxuyanî xwend, tê de hat diyarkirin ku ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire.

Xaliya bi navê jinên Tibespiyê bang li civaka navneteweyî kir ku pêwîst e bi lez tev bigerin ku komkujî û sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet jinan pêk tîne, rawestînin.

Jinên navçeya Tirbespiyê piştrast kir ku hedefa Erdogan şikandina vîna jinên azad dixwaze, her wiha diyar kir ku di têkoşîna demokratîk de berdewam in û dê li hember faşîzmê bilind bikin.

DÊRIK

Bi dehan şêniyên Dêrikê, endamên saziyên civaka sivîl li Qada Şehîdan a naverasta sûka navendî ya bajêr tevî alên Kongreya Star kom bûn ku beşdarî daxuyaniyê bibin.

Endama rêveber a Kongreya Star Wesfa Murad daxuyanî xwend û wiha hate gotin: "Di kesayeta şehîdên Zehra, Hebûn û Emînayê de tevahî şehîdên azadî bi bîr tînin û soza şopandina rêça wan û sekna li hember faşîzma Tirk ku jinan dike hedef, didin.

Her wiha bang li tevahî dewlet û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ku li herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û sivîlan hedef digire, tev bigerin.”

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan û bi banga bilindkirina têkoşînê bi dawî bû.

HESEKÊ

Li Hesekê Ciwanên TEV-DEM’ê li navenda xwe ya taxa Til Hecer û bi beşdariya bi dehan endamên wê, daxuyanî da.

Endama Ciwanên TEV-DEM’ê Cand Xelef daxuyanî xwend.

Canda Xelef wiha got: "Em Ciwanên TEV-DEM’ê yên Hesekê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên 23’yê Hezîranê li dijî gundê Helincê yê Kobanê ku di encamê de 3 jin şehîd bûn, şermezar dikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk bi dawî bûn.

(fr)

ANHA