Evîn Başo: Hedefa dagirkeriyê armancgirtina vîna jinên birêxistinkirî ye

Endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Başo a kantona Hesekê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser malên sivîlan ku di encamê de 3 jin şehîd bûn, şermezar kir. Evîn Başo got hedefgirtina jinan, hewldana qirkirina nasnameya jinên birêxistinkirî û vîna wan e.

Evîn Başo: Hedefa dagirkeriyê armancgirtina vîna jinên birêxistinkirî ye
24 hezîran, 2020   08:08
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Duh dewleta Tirk a dagirker maleke sivîlên gundê Helincê yê rojhilatê bajarê Kobanê hedef girt di encamê de 3 jin, tê de endamên Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker bêdengiya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan derfet digire û êriş dike, her wiha planên xwe yên bi armanca ji nû ve avakirina sazûmaniya desthilata Osmanî pêk tîne.

Der barê mijarê de endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Başo ji ANHA’yê re wiha axivî: "Ji dema serkeftina şoreşê û pêkanîna destkeftiyan ve, êrişên dagirkeriyê li dijî gelê Kurd ranawestin, yên dawîn jî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî bûn."

Girêdayî hûrgiliyên hedefgirtina duh a malên sivîlan Evîn Başo wiha got: "Armanc ji êrişa şeva berê li dijî malên sivîlan û hedefgirtina jinan bi taybet, qirkirina nasnameya jinên birêxistinkirî û azad e, nimûneya vê jî Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef a ku rêxistbûyîna xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê sepandiye, ye."

Evîn Başo wiha domand: "Êrişên dijwar bi balafiran li parêzgeha Şengal, kampa Mexmûrê ya koçberan û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê jî çêbûn, bi wê re jî diyar dibe ku pêkanîna dewleta Tirk a dagirker a şerkirina hêzên leşkerî tune ye, lê belê herêmên tê de sivîl hene yekser hedef digire."

 ‘EV ÊRIŞ BI ERÊKIRINA RÛSYAYÊ YE’

Evîn Başo di axaftina xwe de bêdengiya hêzên Rûsyayê yên li bajarê Kobanê şermezar kir û wiha pê de çû: "Hedefgirtin bi erêkirina Rûsyayê hat û bêdengiya wê bi armanca şikandina vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Başo di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya tevahî şehîdan da û wiha bi dawî kir: "Zehra şehîd bû, lê belê bila bizanin em tevahî Zehra ne û dê rêya wê heta pêkanîna azadiyê bişopînin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eYGUWwHlxps" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>