​​​​​​​Rayedarekî amerîkî: Em amade ne ji peymana START vekişin

Çavkaniyên Amerîkayê kifş kir ku bi nêzîkbûna dema dan û standinên Amerîka-Rûsyayê têkildarî dirêjkirina dema hevpeymanê re Washington amade ye ji peymana START vekişe.

​​​​​​​Rayedarekî amerîkî: Em amade ne ji peymana START vekişin
10 hezîran, 2020   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Washington Post a Amerîkayê diyar kir ku rêveberiya Trump dixwaze ji hevpeyaman START a ku bi Rûsyayê re îmze kiriye, vekişe. Her wiha rojnameyê di vê derbarê de diyar kir ku bi vê vekişîna Trump re ku serokê berê yên Amerîkayê Barack Obama peyman îmze kiriye, nameyekê dide tevahî peymanên ku Obama îmze kirine ku dê jê vekişe.

Rojnameyê da zanîn ku hin kes parastina nêrîna Trump dikin, nexasim ku Trump dixwaze Çînê tev li peymanê bike, lê Çînê heta niha red kiriye.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Hua Chunin duh anîbû ziman ku Çîn der barê çekên nukleer de naxwaze bi DYA û Rûsyayê re beşdarî diyalogên sêalî be. Hua Chuning di civîneke çapemeniyê de bersiva pirsa gelo Çîn hatiye vexwendin an na, da û got ku têkildarî vê dozê wan gelek caran nêrîna xwe anîye ziman, Çîn der barê rakirina çekên nukleer de naxwaze bi DYA û Rûsyayê re beşdarî nava diyalogên sêalî be.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov diyar kir ku di vê derbarê de Moskov rêzê ji nêrîna Pekînê re digire.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê bang li DYA`ê kir ku zêde ber bi lawazkirina stratejiya cîhanê ve neçe.

Rojnameyê li ser zimanê rayedarekî DYA`yê ragihand ku ew ji bo dema nedirêjkirina peymana kêmkirina çekên stratejîk (START) amade ye, lê belê tevahî bijarteyan lêkolîn dikin.

(eh)