Meclisa Jinên Ciwan a PYD‘ê: Şehîd Kasim pênaseya jiyana bi rumet û fedayetiyê ye

Meclisa Jinên Ciwan a PYD‘ê bi daxuyaniyekê siyasetên rejîma Tirk ên li dijî gelê Kurd şeremzar kir û got: " Bi rihê berxwedana Rêveberiya Xwser û Berxwedana Rumetê, em ê serkeftinê misoger bikin û tola Kasim Engîn hilînin."

Meclisa Jinên Ciwan a PYD‘ê: Şehîd Kasim pênaseya jiyana bi rumet û fedayetiyê ye
8 hezîran, 2020   18:55
HESEKÊ

Endamên Meclisa Jinên Ciwan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Hesekê li pêşiya navenda partiyê kom bûn û daxuyaniyek dan.

Endama Rêveber a Meclisa Jinên Ciwan a PYD‘ê ya kantona Hesekê Fatima Murad daxuyanî xwend û ev tişt got: "Faşîzma dewleta Tirk ku jiyana xwe di tunekirina gelê Kurdistanê de dibîne her roj êrişên qikirinê li ser tevahî nirxên gelê Kurd dide meşandin û di nava pencên qirkirinê de bê nasnamebûyînê ferzî gelê me dike.

 Lê derketina rêbertî û rastiya bi hezaran şehîdên me hesabpirsîneke dîrokî ji dagirker û  hevkarên wan bû. Gelê me di oxira welatekî azad de bi hezaran şehîd dan û her roj bi xwîna van qehremanan destkeftiyên mezin têne avakirin. Lê rastiya hovîtiya dewleta faşîzm a Tirk ku gihiştiye lûtkeiyê binkeftinê gorên pakrewamên me xirab dike.

Ev baş dide diyarkirin ku çiqas ji gelê Kurd ditirse û dixwaze dîroka ku gel bi xwîna xwe nivisandiye tune bike. Her dawiyê êrişên qirkirinê li ser herêma Bradostê  pêk anî ku di encama wê de yek ji pêşengên tevgera rizgariya gelê me rêheval Kasim Engîn şehîd bû. Em bi minetî şehîd Kasim Engîn bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wî ditewînin. Şehîd Kasim Engîn salên dirêj di nava têkoşîna azadiyê de derbas kir.  Ji bo me heval Kasim pênaseya jiyana bi rumet û fedayetiyê ye. Bila dijmin baş bizanibe ku bi hezaran Engîn ji ciwanên vî gelê derkevein û tola wî hilînin.

Dîktatorê sedsalê Erdogan rojane binpêkirinên mafên mirovan dike, şarederiyên ku îradeya gelê temsîl dikin desteser dike. Bi taybet li ser jin û ciwan û zarokên Kurdistanê êrişên piskolojî, fikirî û fîzîkî dike. Herî dawî bûyerên ku li Bakurê Kurdistanê rû dane ya derbarê pêşeng Leyla Guven û hevalên wê.

Divê her kes û di serî de jinên ciwan baş biznin ku ev darbe li dijî tevahî nirxên Kurdistanê ye li her çar parçeyan e.

Em jinên ciwan ên Rojava bang li tevahî jinên ciwan dikin ku li hemberî dagirkeriyê û zayendperestiyê bi rihê tolhildanê her kolaneke Kurdistanê bikin cihê berxwedanê ji bo azadî û şikandina dîwarê Îmraliyê. Em ê bi rihê berxwedana Rêveberiya Xwser û Berxwedana Rumetê serkeftinê misoger bikin û tola Kasim Engîn hilînin.

Li ser vî esasî em tevahî ciwanan vedixwînin têkoşînê azadiyê.

Bimire dagirkirî û faşîst a dewleta Tirk.. Bijî jinên azadî.. Bijî serok Apo.. şehîd namirin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CAz0KhGBVTc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>