Mele Eliyê Mûşê: Kesên ku bibêjin Kurd nîn in, ne îslam in

Melê Eliyê Mûşê ku jiyana wî di nav koçberî, berxwedan û têkoşîna olî de derbas bûye, got siyaseta Erdogan a yekperestiye li dijî ola îslamê ye.

Mele Eliyê Mûşê: Kesên ku bibêjin Kurd nîn in, ne îslam in
8 hezîran, 2020   00:14
KOBANÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Gelek oldarên ku nealîgirên senteza îslamiyeta dewleta Tirk in li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di encama siyaseta tunekirina Kurdan de hatin kuştin, girtin, îşkencekirin û sirgûnkirin.  Beriya 4 salan ji ber zilma dewleta Tirk û gefên kuştinê Melê Eliyê Mûşê berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê lê hîna jî gefên dewleta Tirk li ser wî berdewam dikin.

Elî Yildiz ku bi navê Melê Eliyê Mûşê tê nasîn, li Sasonê gundê Hoşner ji dayik bûye û 71 salî ye. Sala 1969’an ji ber zilma dewleta Tirk a li ser malbata wî koçberî bajarê Mûşê bûne û sala 1977’an dest bi meletiya mizgeftê kiriye. Li bajarê Enqereyê di konferansekê de ku mufetîş jî tev lê bûbûn, Mele Eliyê Mûşê pirsa ‘Hz. Îbrahîm Kurd e yan Tirk e?’ dike û tê sirgûnkirin. Sala 1992’yan di weaza camiyê de ji ber ku dibejê “Kurd hene û wêjeya Kurdan jî heye, kesên ku ji bo Kurdistanê canê xwe didin şehîd in.” tê girtin û 3 salan di girtîgehê de tê girtin, 25 rojan jî îşkenceyê lê dikin. Sala 1995’an bi kuştinên faîlî meçhûl hemû hevalên wî tên şehîdxistin, sirgûnkirin û girtin. Piştî ku dewleta Tirk dev jê bernade neçarî koçberiyê dibe û dibejê “Ger ez koçber nebûma mîna hevalên xwe ez ê jî hatibama kuştin.”

RUXMÎ KOÇBERIYÊ BI TELEFONÊ GEFAN LÊ DIXWIN

Ji ber ku li dijî senteza tirk-îslamê derdikeve, her dibe hedef. Jiyana Melê Eliyê Mûşê her bi zilm û koçberiyê derbas bûye, lê ruxmî wê jî tu carî serî netewandiyê û niha li Rojavayê Kurdistanê meletiya mizgeftê dike û zarokan perwerde dike. Lê kîna dewleta Tirk jî wekî çawa li hember her ferdekî Kurd dewam dike, li hember mele jî berdewam dike ku gefan lê dixwin.

Mele ji bo gefên dewleta Tirk li ser kesayeta xwe dibêje: “Rûxmî ez koçber bûme jî lê hîna jî li ser telefonê li min digerin û gefan li min dixwin. Dibêjin ‘rêya te reş e.’ Ez ji gefên wan û ji wan natirsim. Heya ez hebim ez ê heqîqetê bibêjim. Rêya min rêya şeref, rûmet û namûsê ye. Her kes wê bimire lê ya girîng ew e ku em bê rûmet neçin hizûra xwedayê xwe.” 

‘ZILM LI SER NEPÊKANÎNA YEKITIYÊ YE JÎ’

Mele dibêje ku ev zilma li ser Kurdan bi rêya yekitiyê dê têk here. Her wiha xebatên yekitiyê nirxandin: “Xebatên yekitiyê li gorî salên berê hem bi pêş de çûnê, hem jî bi paş de çûne. Di salên 90’î de dewletê nikarîbû li siyasetmedar, oldar, nivîskarên me bandoreke bike ku gelê me jî her li ser piyan bû. Her ferdekî Kurd ku koletiyê qebûl nedikir yan dihat kuştin, girtin yan jî mîna min neçarî koçberiyê dibû. Di sala 1980’yî de di dema Kenan Evren de bi hezaran meleyên mizgeftê hatin sirgûnkirin. Zilma dewleta Tirk bi nivîsandinê, rojan, salan em bibêjin bi dawî nabe. Ev zilm ji bo nepêkanîna yekitiyê jî bû. Di Quranê de jî derbas dibe ku zimanê gelan cuda ye. Vê mijarê ez ji cîhanê pirs dikim; Qurana pîroz dibejê zimanê her kesî heye lê Erdogan jî dibêje yek ziman, yek milet. Gelo Xwedê mezin e yan Erdogan? Li gorî Quranê kesên ku bêjin Kurd, Ermen, Suryan tune ne, kafir e û yên ku bibin hevalên wî jî kafir in.”

Mele Elî bertek nîşanî kesên ku Erdogan dipesinînin da û got: “Qazî Mihemed dema wesiyetnameya xwe çêkir got gelê Kurd heya em nebin yek em bi ser nakevin, dema dijmin hingiv jî bide tê wê jehr têxiyê, heya dijmin xîreta te ji te nestîne dê te li ser masê nede rûniştin. Ji van gotinan de jî girîngiya yekitiyê derdikeve. Dewleta Tirk a dagirker Kurdan dikûjê, welatên wan dişewitîne, destavejê namûs û şerefa wan tecawûzî rûmeta Kurdan dike, rûxmî wê jî hin kes derdikevin û pesnê Erdoxan didin. Gelo qet rûmet, şeref û namûsa wan kesan tine ye ku pêsnê kûjeran didin? Ev pesindayîn nakeve xizmeta tu kesî.”

‘DIVÊ OLDAR RÊYA HEQÎQETÊ NÎŞAN BIDIN Û LI BER XWE BIDIN’

Mele anî ziman ku girîngiya yekitiyê ji nan û avê zêdetir e û got: “Di îşkencê de min 35 rojan nan nexwar û ez nemirim. Mirovekî ku welatê wî tune be ne dikare avê vexwe, ne dikare nan bixwe ne jî dikare bibe xwediyê axa xwe. Oldarên me dîroka Kurdistanê bizanibin û her heqîqetê bibejin, wê ev qetlîam bisekine. Gelê Kurd her ji bo yekitiyê amade ye lê ji ber hin kesên berjewendîperest ev yekitî pêk naye. Her çiqas zilim li ser wan bê kirin jî ji heqîqatê narevin. Ji bo avakirina yekitiyê ev erkê serêke ye. Alimên esasî, yên ku li dijî zilmê berxwedidin e.”

‘SERKEFTINA KURDAN SERKEFTINA HEMÛ PÊKHATEYAM E’

Melê balkişand ser dagirkeriya dewleta Tirk li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî diyar kir ku ger yekitî heba wê dagirkerî tineba û got: “Ger yekitiya me pêk neyê em 40 sale din jî şer bikin, nikarin pêşde herin. Di Rojhilata Navîn de gelek pêkhate hene. Li Tirkiyê jî 39 nijad hene, lê hemû jî di encama siyaseta qirêj de hatine helandin. Derveyî Kurdan kes li berxwedan û têkoşînê nake. Ji me re jî pêwîste em dev ji hişmendiya xwe ya berê berdin û em bibin yek. Ger yekitiya me ava bibe ev ê bandore li hemû pêkhateyên li Rojhilata Navîn bike. Ev serkeftin wê bibe serkeftina hemûyan. Ger Kurd winda bikin wê pêkhateyên Rojhilata Navîn giştî winda bikin. Dive hemû pêkhate bibin yek û li dijî vê faşîzmê rabin.”

‘MIFTEYA ÇARESERIYÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN E’

Melê Eliyê Mûşê ji bo lihevhatina aştiya Rojhilata Navîn bal kişand ser nêrînên rêber Abdullah Ocalan û got divê ev nêrîn esas bên girtin û rêber Abdullah Ocalan jî fizîkî azad bibe û wiha dewam kir: “Dema mirov diçe xaniyekî bi mifteyê dêrî vedike, ger mifte nebe, nikarê derî veke. Ger wiha nebe di Rojhilata Navîn de tu lihevhatinên aştiyê pêk nayên.  Hin mirov hene dijminên xwe nas nakin. Heya ku gel dijminê xwe nas neke nikare encameke serkeftî bi dest bixe. Divê dewleta faşîst bê zanîn. Di nav çar dîwarên zindanê de rêber Abdullah Ocalan Rojhilata Navîn dibîne ku li ku derê xirab e û li ku derê çêdibe. Ji bo avabibe her peyama yekitiyê dide. Neavakirina yekitiyê heya niha gelekî şerm e.”

ANHA  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fiQajDpK_0k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>