Şêniyên Reqayê: Êdî gelê Sûriyê tev dizane ku dewleta Tirk sedema dirêjbûna aloziyê ye

Şêniyên Reqayê sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî û şandina çeteyên sûrî ji Lîbyayê re şermezar kirin. Şêniyan bang li çeteyan kir ku bi pere neyên xapandin û got “Dewleta Tirk wan ji bo pêkanîna ajandeyên xwe bi kar tîne.”

Şêniyên Reqayê: Êdî gelê Sûriyê tev dizane ku dewleta Tirk sedema dirêjbûna aloziyê ye
5 hezîran, 2020   06:36
REQA-HEMED EL-MISTEFA-AMAR ABDULLATÎF

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî, nerazîbûnek ji leşkerkirina zarokan û şandina wan ji Lîbyayê re heye. Ev jî bi awayekî neyînî bandorê gelê Sûriyê dike, ji ber ku hin caran bi “çeteyên sûrî” têne binavkirin û hin caran bi “terorîst” têne wesifandin. Sedem jî dewleta Tirk e ku bi rêya bikaranîna ciwanên ji Sûriyê hewl dide ajandeyên xwe pêk bîne.

Li gorî dazgehên çapemeniyê yên cuda û çavkaniyan ji hundirê Tirkiyê, Tirkiye ol û xizaniya gelê Sûriyê bi kar tîne da ku ciwan û zarokên sûrî bike leşker û bişîne Lîbyayê. Tirkiye wan bi dolarên ku hîna negirtine, ji ber ku wek esîr dikevin destê artêşa Lîbyayê yan jî di şeran de têne kuştin, dixapîne. Gelek malperên tevna civakî yên girêdayî artêşa nîştimanî ya Lîbyayê mikurhatinên çeteyên sûrî yên ku rastiya xapandina dewleta Tirk eşkere dikin, belav kirin.

Şêniyên Sûriyê her tim behsa binpêkirinên çeteyan û kiryarên wan ên hovane li Lîbyayê dikin.

Mehmûd Reşo ji şêniyên bajarê Reqayê ye, rewşa ku Sûriye ji ber timayên Tirkiyê gihaştiyê destnîşan kir û got: "Îro ji ber timayên Erdogan û pergala wî, Sûriye gihaştiye vî halî. Wek gelê Sûriyê em van timayan û rewşa ku welatê me gihaştiyê, red dikin."

Reşo pirsî: "Gelo sedem çi ye heta ciwanên sûrî diçin Lîbyayê û di şerekî de ku berjewendiya wan tê de tune ye, şer dikin? Şerê rastîn li vir li dijî DAIŞ`ê û tunekirina wê ye. Dewleta Tirk DAIŞ çêkiriye, gelo çawa çêker dê tişta çêkirî wêran bike?"

Reşo bang li gelê Sûriyê yê ku li herêmên dagirkirî dimînin kir ku bi dolaran neyên xapandin, navê sûriyan berovajî nekin û şerê gelê Lîbyayê nekin.

Sewsen El-Alî sûcên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yê li dijî jinan şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe çeteyan ji herêmên Ereban dişîne Lîbyayê. Em vî tiştî red dikin. Berjewendiya gelê Sûriyê ne di Lîbyayê û şer de ye. Berjewendiya gel li vir li Sûriyê ye. Divê ew planên Tirkiyê neynin cih."

Sewsen behsa sûcên dewleta Tirk ên li Sûriyê kir û got: "Em rewşa gelê Sûriyê yê li herêmên dagirkirî dibînin. Ew rastî binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê tên. Dîmenên jinên Efrînê di girtîgehên çeteyên El-Hemzat de îsbata wê ye."

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/U7gxH0kYatM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>