Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Osama re xwest

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên wê sersaxî ji malbeta şehîd Osama re xwest. Şehîd Osama dema li ser erka xwe ya leşkerî bû li Dêrazorê şehîd bûbû.

Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Osama re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Osama re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Osama re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Osama re xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Osama re xwest
4 hezîran, 2020   10:57
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Dêrikê berê xwe da gundê Ebo Qîr da ku sersaxiyê ji malbata şervanê Erka Xweparastinê Osama El-Ebdullah re bixwazin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê, Kongreya Star, meclisa navçeya Dêrikê, PYD û malbatê şehîd Osama axaftin hatin kirin.  Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Osama re hate xwestin û soza dewamkirina têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê hate dayîn.

Her wiha di axaftinan de îşaret bi yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêgeza jiyana hevbeş û biratiya gelan hate kirin.

Piştî bidawîbûna axaftinan, wesîqeta şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

ANHA