Rêxistinên jinan ên Til Koçerê sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinên ji Efrînê şermezar kirin

Li Til Koçerê rêxistinên jinan kiryarên hovane ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jinên Efrînê pêk tînin, şermezar kirin.

Rêxistinên jinan ên Til Koçerê sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinên ji Efrînê şermezar kirin
3 hezîran, 2020   08:30
 QAMIŞLO

Kongereya Star û saziyên civaka sivîl kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên ji Efrînê şermezar kirin. Di kombûnê de endama rêveber a Kongereya Star Mûna Mezel daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em wek Kongereya Star û endamên saziyên civaka sivîl li Til Koçerê sûcên ku li dijî jinên li Efrînê pêk tên, şermezar dikin.

Di van rojên dawîn de, hovîtiya li dijî jinan zêde dibe û bûyera herî kirêt ku pêk hatiye, ya tazîkirina jinan di girtîgehên çeteyan de ye. Hîn jî çete jinan direvînin û ev tişt jî li dijî nirx û rêgezên mirovahiyê ye, heqaretek li dijî tevahî jinên cîhanê û derbeyek li dijî jinên azad e ku pêşengiya şoreşan dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li raya giştî ya cîhanê û aliyên eleqedar ên girêdayî parastina mafên mirovan hat kirin ku helwesta xwe li hember kiryarên xirab ên dagirker û çeteyan nîşan bidin, komîteyeke lêpirsîna kiryarên li Efrîna dagirkirî ava bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eQSZriaPuhU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>