Li Kobanê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn

Şêniyên kantona Kobanê cangoriyên azadiyê  yên mehên Adarê, Nîsanê û Gulanê  li Goristana Şehîd Dîcle bibîr anîn.

Li Kobanê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Kobanê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
Li Kobanê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
31 gulan, 2020   20:22
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kobanê vê êvarê herikîn Goristana Şehîd Dîcle, mûm li ser gorên bi sedan şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, YPG, YPJ, QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rojnamevan û endamên saziyên sivîl vêxistin.

Di merasîmê de şêniyan û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan 385 şehîdên meha Adarê, Nîsanê û Gulanê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne bibîr anîn.

Ev bîranîn piştî sê mehan ji rawestandina tevahiya çalakiyên civakî ji ber Koronavîrusê li dar ket.

(şx)
ANHA