Li Misirê 19 çete hatin kuştin

Hêzên ewlekariyê  yên Misirê ragihand ku hefteyên derbasbûyî di encama operasyonên leşkerî yên li dijî nuqteyên komên tundraw de 19 “terorîst” hatine kuştin.

Li Misirê 19 çete hatin kuştin
31 gulan, 2020   07:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Misirê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku li gorî agahiyên îstixbaratê endamên komên tundraw li gelek deverên terorîstan ên li derdora bajarên Bîr El-Ebid, Şêx Ziwîd û Refih ên li bakurê Sînayê 2 operasyonên dijwar pêk anîn û di encamê de 3 endamên komên tundraw hatin kuştin.

Her wiha komeke endezyarên leşkerî 5 mayinên hatibûn bicihkirin, bê bandor kirin.

Hêzên asmanî li dijî nuqteyên endamên tundraw gelek derbe pêk anîn û di encamê de 16 kes hatin kuştin. Du erebe, depoyek ku gelek mayin û xwarin tê de hebû, hatin rûxandin, li gel vê yekê hêzên parêzvanên sînor hejmareke qaçaxçî ku çek bi wan re hebûn û erebe girtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama operasyonê de leşkerek hat kuştin, 2 polîs û 2 efserên hêzên çekdar ên Misirê birîndar bûn.

Miqdarekî mezin ji madeyên hişbir di hundirê gelek erebeyan de, her wiha erebeyeke li ser rêya Şehîd Ehmed Hemdî ya ku li Qenata El-Siwês hate dîtin û tê de 200 hezar dolar hebû, hatin desteserkirin.

(eh)