Talîban beşek nû ya girtiyên hêzên hikûmeta Afganistanê berda

Tevgera Talîban di çarçoveya lihevkirina aştiyê ya li gel DYA‘yê de, beşek nû ji girtiyên hêzên hikûmeta Afganistanê berda.

Talîban beşek nû ya girtiyên hêzên hikûmeta Afganistanê berda
30 gulan, 2020   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Tevgera Talîban Suhêl Şahîn ji televîzyona "Tilûi" ya Afganistanê re axivî û got, tevgerê 73 endamên hêzên ewlekariya Efganistanê li wîlayetên Qendehar, Qendûz, Baktîka, Baktya, Logar û Belex Xost berdan.

Her wiha diyar kir ku heta niha 420 kes ji aliyê Talîban ve hatain berdan.