Rêveberiya Xweser daxwaza lêpirsîneke navneteweyî têkildarî sûcên çeteyan li Efrînê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirinên çeteyan li dijî jinên kantona Efrînê şermezar kirin û anî ziman ku dewleta Tirk berpirsa sûcên çeteyan e.

Rêveberiya Xweser daxwaza lêpirsîneke navneteweyî têkildarî sûcên çeteyan li Efrînê kir
30 gulan, 2020   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke  nivîskî bang li Rûsya, Amerîka û NY`yê kir ku helwestên xwe der barê sûcên komên çete ku bi navê Firqet Hemzat têne naskirin de, diyar bikin.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî ku zêdetirî du salan li ser dagikirina bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re derbas bû, lê milîsên terorîst ku destekê ji rejîma Tirkiyê digirin, sûcên herî qirêj li dijî sivîl, mal û milkên wan pêk tînin. Her wiha civaka navneteweyî di vê der barê de bê deng e û xwe teslîmê kiriyarên rejîma Tirk ku her tim kaxeza terorîst û penaberan bikar tîne, da ku sûcên çeteyên li Sûriyê û Lîbyayê veşêre bike.

Kiriyarên wan koman binpêkirineke ber bi çav ji zagon û pîvanên navnetewî re ye, her wiha nirxên mirovahiyê bin pê dike. Ew kiriyar wek qirkirina komî bi hemû wateyên xwe ye.

BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ JINAN

Bi sedan binpêkirin û kiriyarên derexlaqî li Efrînê pêk tên ji "Koçberkirin, kuştin, revandin, rûxandina malan, rûxandina cihên pîroz, darvekirinên meydanî, şewitandin û hwd." Îro jî kiriyar û binpêkirineke din li dijî jinan lê tê zêdekirin û daxmayeke reş li ser eniya mirovahiyê ye. Kiriyar li dijî her 8 jinên ku li gel Firqet Hemzat li Efrînê girtî ne pêk hatin. Ew jî fesîleyeke terorîst ya girêdayî rejîma Tirkiyê ye. Kiriyarên bi vî awayî hovîtî û derexlaqiya komên çete diyar dikin.

Kiryarên li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî rû didin yên der barê serbestberdana jinên girtî bi destê çeteyên Hemzat de li hember fîdyeyan, kiryarên xetertirîn in.

Em wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye, di demeke ku em van binpêkirinan şermezar dikin û rejîma Tirkiyê berpirsa kiryarên li dijî wan jinan radigihînin, em bang li tevahiya rêxistinên mafên mirovan û tevgerên jinan ên li tevahî cîhanê, hemû saziyên NY`yê, navneteweyî, Rûsya û DYA`yê dikin ku bi erka xwe rabin. Her wiha  kiryarên Firqet Hemzat û komên girêdayî dewleta Tirk ku serkêşiya wan dike şermezar bikin û helwestên cidî nîşan bidin, di heman demê de divê li dijî van binpêkirinan lêpirsîneke navneteweyî vebe û hesab ji sûcdaran were xwestin.

DIVÊ SÛCÊN LI DIJÎ JINAN WERIN SEKINANDIN‏ ‏‏

Kiryarên li Efrînê têne kirin isbata binpêkirina mafên mirovan û pîvanên navneteweyî ne, tevahî cîhan deyndarê qehremaniya jinên Efrîn, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li dijî rêxistina DAIŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk şer kirine, lewma divê kesên azadîxwazên jinan û mafên mirovan li dijî binpêkirinên çeteyên rejîma Tirkiyê bisekinin."

Daxuyanî bi sloganên"Şehîd namirin" û"Azadî ji girtiyan û kesên revandî re" bi dawî bû.
‏ ‏‏ ‏‏ ‏ANHA