Rêveberiya Trump dixwaze hevpeymaneke nû ya firotina çekan bi Siûdiyê re çêke

Senatorê DYA’yê Bob Menendez diyar kir ku serok Trump dixwaze hevpeymaneke nû bi Erebistana Siûdî re ji bo firotina çekan çêke.

Rêveberiya Trump dixwaze hevpeymaneke nû ya firotina çekan bi Siûdiyê re çêke
28 gulan, 2020   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Senator Bob Menendez ku li dijî vê peymanê ye, di gotarekê de ku li ser tora CNN hate weşandin, daxuyand ku rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hewl dide bi hezaran çekan bifiroşe Riyadê. 

Menedez ragihand ku Tramp hewl dide ku peymanekê ku hîn tu agahî der barê wê de nehatine xuyakirin, çêke. Di demekê de ku gelê Siudiyê dixwaze şerê wan ê têkçûyî li Yemenê bi dawî bibe. 

Senator bi bîr xist ku di dema kuştina rojnamevanê ji Siûdiyê Cemal Xaşiqcî di Cotmeha 2018`an de li Stenbolê, Kongreya DYA’yê peymana ku tê de wê çekên cur bi cur bi 8 milyar dolar bihata dayîn ji Erebistana Siûdî û dewleta Îmaratê re, red kir.