​​​​​​​Hikûmeta Afganistanê 100 girtiyên Talîban berda

Hikûmeta Afganistanê ragihand ku di çarçoveya agirbesta bi wesîleya Cejna Remezanê de ya ji aliyê Talîbanan ve hatiye ragihand, wê derdora 100 girtiyên Talîban berda.

​​​​​​​Hikûmeta Afganistanê 100 girtiyên Talîban berda
25 gulan, 2020   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Konseya Ewlehiya Netewî Cawîd Feysel ji AFP‘ê re got: "Hikûmeta Afganistanê îro (Duşemê) sed girtiyên Talîban ji girtîgeha Bagram berda."

Hikûmeta Afganistanê wekî bersivdayîna agirbesta ku duh (Yekşemê) ji aliyê Talîban ve hatî ragihandin, plan dike ku hezar girtiyan Talîban berde. Ev yek derfetên diyalogên aştiyê di navbera herdu aliyan de pêş dixe.