Ji beyteran hişyarî: Sewalan di nava zeviyan de zêde neçêrînin

Bi destpêkirina mewsimê çinînê re bijîşkên beyterî hişyarî dan xwediyên sewalan ku sewalên xwe zêde di nava zeviyan de neçêrînin û bi taybet ên şewitî, ji ber ku dibe sedema nexweşketina wan.

Ji beyteran hişyarî: Sewalan di nava zeviyan de zêde neçêrînin
Ji beyteran hişyarî: Sewalan di nava zeviyan de zêde neçêrînin
Ji beyteran hişyarî: Sewalan di nava zeviyan de zêde neçêrînin
21 gulan, 2020   07:33
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Xwediyên sewalan ên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji nexweşiyên mewsimî (interoxemia) an ku bi navê ‘jehriya hundirîn’ tê naskirin, ditirsin. Ev nexweşî di dema çinînê de li sewalên wan dixe.

Beytar Heval Yûsif destnîşan kir ku nexweşiya intoroxemia yan jî qotik di vê demê de xetereyê li ser jiyana sewalan çêdike û got ji bo wê jî divê xwediyên sewalan sewalên xwe aşle bikin.

Yûsif diyar kir ku dema sewal zêde subilan dixun, xetere li ser wan çêdibe ku vê nexweşiyê bikevin û ev yek sala derbasbûyî çêbû ku hejmareke ji sewalan mirin. Yûsif anî ziman ku kesên ku palendeyan jî xwedî dikin, divê sîstemekî xwarinê ji wan re were dayîn.

Li gorî daneyên beriya du salan, hejmara sewalan li navçeyê zêdetirî 70 hezarî ye, her wiha nêzî 4 hezar çêlek û 7 hezar bizinin.

bx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BXl4X3DbrAs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>