Amerîka û Fransa dibêjin dê yekitiya Kurdan çêkin! Di rastiyê de çi dixwazin?

Di vê dema dawî de, gotina însiyatîfa navneteweyî ya yekitiya Kurdan bi serkêşiya DYA û Fransayê derket, lê belê yên ku dîroka her du dewletan şopandibin, dê bi guman nêzî vê yekê bibin. Gelo li ser yekitiya Kurdan Fransa û Amerîka çi dixwazin?

Amerîka û Fransa dibêjin dê yekitiya Kurdan çêkin! Di rastiyê de çi dixwazin?
20 gulan, 2020   00:39
MUSTAFA ELO

Ji bîra Kurdan kiryarên ku Fransayê di 1916’an de bi serê wan de anîne, dema ku bingeha dabeşkirina Kurdistanê ya 4 parçeyan bi lihevkirina bi Brîtanyayê re pêk aniye û hişt ku Kurd di nava 4 rejîmên destpot ên Iraq, Sûriyê, Îran û Tirkiyê de biçewise û bi qirkirinê re rû bi rû bimîne, neçûye.

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn dema ku DYA’yê serkêşiya cîhanê ji her du hêzên hegamon Fransa û Brîtanyayê wergirt tu guhartinên dan û standinên navdewletî bi doza Kurd re çênebûn ku her tim hewl dan ji dîrokê bên rakirin.

Kesên dîroka Kurdan dizanin ku DYA’yê piştevaniya derketina herêma Kurd li herêma Başûrê Kurdistanê kir, ew jî dema ku DYA’yê di destpêka salên 90’î ji sedsala borî de qedexeya asîmanî li ser herêmê ferz kir ku kurdan ji Sedam Husên û Îranê biparêze. Her wiha rola DYA’yê di yekkirina her du partiyên li herêmê serwer in de; PDK û YNK’ê hebû.

Lê li beramberê jî hîşt ku PDK û YNK’ê şerê Tevgera Azadiya Kurdistanê bike û hevpeymanên fînanseyê di mecalên enerjiyê di serî de petrol bû, her wiha astengiya serweriya Îranê li Iraqê bû. Ev jî sedema bêdengiya Tirkiyê li hemberê herêma Kurdistanê nîşan dide, ku wan tu rojan li dijî Tirkikiyê liber xwe nedane, her wiha ji rêya siyaseta Amerîkayê ya Rojhilata Navîn derneketine.

Dîroka nêz, disepîne ku li pişt hewldanên navneteweyî yên yekitiya Kurd, niyetên kirêt ên hedefgirtina Tevgera Azadiya Kurdistanê ku projeyên demokrasiyê pêşniyar dike ku demokratiya li gorî pirrengiya olî û neteweyê ne tenê li Kurdistanê lê belê li tevahî Rojahilata Navîn diafirîne.

Der barê Rojava de, Amerîka di vê dawiyê de di çenteyê xwe yê dîplomasiyê de însiyatîfa yekitiya Kurdan derxist holê, ew e yê ku di 9’ê Cotmeha sala borî de hêzên xwe ji ser sînor vekişandin ku deriyê êrişkirina Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekiriye. Bi wê re jî dewleta Tirk a dagirker tevî komên çete yên girêdayî wê herêma Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, tê zanîn ku dîroka êrişkirinê rastî dîroka dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan a 1999’an hat, ew jî komploya ku serkêşiya wê CIA’yê tevî hêzên Ewropa û Tirkiyê kir.

Gelo Amerîka û Fransa ji yekitiya Kurd çi dixwazin? Li beramberî wê çi heye? Gelo bi rastî ew insiyatîfeke yekitiya Kurd e yan jî hewldana derbasbûna nava refên Kurd li hember hedefên bi demên dirêj e.?

Amerîka û Fransa diyalogên di navbera PYD û ENKS’ê de pêk tînin, lê tê zanîn ku têkiliya ENKS’ê ya xurt bi Tirkiyê û PDK’ê re heye û têkiliya PDK’ê ya bi salan bi Tirkiyê re heye.

Dirûşma hildayî yekitiya Kurd e, lê belê hin hedefên dîtir hene, diyar e ku DYA’yê hewl dide ENKS’ê derbasî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, tevî ku tu kedên ENKS’ê di bidestxitina destkeftiyan li vê herêmê tune ne û ji tevahî bangên ku hêzên Kurd ên ji bo yekitiya mala Kurd a hundirîn kirine direve, lê belê banga Amerîkayê bersivand.

Wê demê, hedefa Amerîkayê eşkere ye, Rêveberiya Xweser bi ENKS’ê bê aşlekirin ku Amerîka bandoriya xwe ya dirêj di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dabîn dike ku enerjiya wê dewlemend e û bi ser herêmên di bin serweriya Rûsya û Îranê de ye.

Ne dûr e ku pêngava Amerîkayê ya duyemîn piştî derbaskirina ENKS’ê ya nava Rêveberiya Xweser bihêzkirina ENKS’ê di rêveberiyê de be, bi wê re jî hêza bandorkirina Amerîkayê li rêveberiyê hebe û piştre bandorê lê bike û biryarên ne li gorî stratejiya Amerîkayê li Sûriyê asteng bike.

Eger  El-Esed ji ser hikumê Sûriyê hat rakirin û hikumeteke nû hat avakirin û biryara destûra federalî ya nû li Sûriyê bi erêkirina Rûsya û Amerîkayê hat dayîn ku berjewendiyên Îranê ya serweriyê li herêmê pêk nayne. Dê ji Amerîkayê re hêsan bibe bandorê li biryara Sûriyê bike ew jî bi rêya Rêveberiya Xweser a bi ENKS’ê hatiye aşlekirin û qelskirina Îranê û nehiştina qadê bi tenê ji Rûsyayê re li Sûriyê misoger bike, ew tevahî hedefên Amerîkayê yên eşkere ne.

Bi kurtûkurmancî, diyar e ku hedefa Amerîka avakirina Sûriyek ku dişibe Iraqê ye, her wiha Amerîka destwerdanê li Iraq, Lubnan û dewletên dîtir ên li herêmê bi rêya girêdayîna bi hikumetên wan re, dike. Bi wê re diyar dibe ku Amerîka hewl dide alîgirên xwe di gewdeya Rêveberiya Xweser de bibîne ku nêrîna xwe lê ferz bike, lê belê Amerîka wê yekê eşkere nabêje, tenê diruşma yekitiya Kurd guncaw e ku hedefên wê pêk bîne.

Heke DYA’yê di yekitiya Kurd de cidî bûya dê bi tundî li hember Tirkiyê bisekiniya, lê belê Tirkiyê li hember avakirina herêma Kurdistanê bê deng kir, ji ber ku ne li dijî berjewendiyên wê ye. Her wiha heman helwestê dûbare dike, ji ber stratejiya Amerîkayê li Sûriyê û li tevahî Kurdistanê bi giştî ne li dijî stratejiya Tirkiyê ye.

Ji lew re, nûnerê Amerîkayê yê taybet ji Sûriyê re James Jeffrey beriya demekê derket û daxwaza derketina tevahî hêzên ku piştî 2011’an derbasî Sûriyê bûne, kir. Ew jî heke rêveberiya alîgirê Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêveberiya alîgirê Tirkiyê li Bakur û Rojavayê Sûriyê çêbû û Şamê ket bin serweriya Rûsyayê, wê demê tu hewcedariya hêzên biyanî li Sûriyê tune ye, her wiha ne daxwaza Amerîkayê ya derketina hêzên Rûsyayê garantiya serweriya Rûsyayê li Şamê ye û nedayîna derfeta vegerandina Îranê ye û bi wê re jî ewlehiya Îsraîlê mîsoger dike.

Ev nivîs nêrînê nivîskar aşkere dike, dibe ku ne li gorî xeta weşanê ya ANHA'yê be.

(fr)

ANHA