Li Lubnanê şehîd Semîr Ehmed hat bibîranîn

Bi boneya Roja Şehîdan Nûnertiya Kurd a Lubnanê şehîd Semîr Ehmed ku di dema amadekirina Akademiya Mahsûm Korkmaz de şehîd bûbû, bi bîr anî. 

Li Lubnanê şehîd Semîr Ehmed hat bibîranîn
Li Lubnanê şehîd Semîr Ehmed hat bibîranîn
Li Lubnanê şehîd Semîr Ehmed hat bibîranîn
Li Lubnanê şehîd Semîr Ehmed hat bibîranîn
Li Lubnanê şehîd Semîr Ehmed hat bibîranîn
19 gulan, 2020   09:46
BEYRÛT

Duh Roja Şehîdan bû ku ji bo gelê Kurd yek ji rojên pîroz e û xwedî wateyeke cuda ye. Bi vê boneyê, kurdistaniyên li Lubnanê hemû şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê bi bîr anîn û serdana gora şehîd Semîr Ehmed (Ehmed) a li herêma Besta ya girêdayî Beyrûtê kir.

Şehîd Ehmed ji Bakurê Kurdistanê ye û ji ber zordariya dewleta Tirk tevî malbata xwe li Lubnanê bi cih bûbû. Ehmed di dema beşdarbûna wî di amadekirina Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê ya ji bo perwerdekirina şervanên tevgera rizgariya Kurdistanê di sala 1985`an de, şehîd bû.

Di merasîma bibîranînê de nûnerê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Lubnanê Ednan Şêxo û seroka Komeleya Newroz Henan Osman beşdar bûn û şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Her wiha tekez kirin şehîdan rêya jiyaneke azad û birûmet ji gelê xwe re ronî kir.

Henan Osman diyar kir ku şehadeta Ehmed di dîroka Kurdên li Lubnanê de tiştekî dîrokî bû û destpêka berzbûna fedakariyê û têkoşînê di nava refên wan de bû.

ANHA