Li Xûrmatuyê endamekî Heşdi Şabî hat kuştin

​​​​Di encama teqînekê li gundê Bestemlî yê girêdayî navçeya Xûrmatu ya Başûrê Kurdistanê de endamekî Heşdî Şabî ya Iraqê hat kuştin.

Li Xûrmatuyê endamekî Heşdi Şabî hat kuştin
18 gulan, 2020   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Bestemlî yê girêdayî navçeya Xûrmatu ya Başûrê Kurdistanê mayinek bi dewriyeya girêdayî Lîwa 52`yan a Heşdî Şabî ya Iraqê ve teqiya.

Di encama teqînê de endamekî Heşdî Şabî hat kuştin û du endam jî birîndar bûn.

(bx)

ANHA