Rêveberiya Xweser bi boneya cejna Remezanê efû derxist

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya cejna Remezanê bi biryarekê efûyek derxist.

Rêveberiya Xweser bi boneya cejna Remezanê efû derxist
17 gulan, 2020   12:46
REQA

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ji bo sûcên beriya 17’ê Gulanê (îro) efûyek derxist.

Li gorî biryarê efû ji bo van sûcan derbasdar nîn e:

- Sûcên tecawizê.

- Sûcên bazirganiya hişbirê û belavkirina wê.

- Sûcên terorê.

- Sûcdarên xwe veşartine û yên ji edaletê direvin, lê heke xwe di nav 60 rojan ji dîroka derxistina efûyê de radest bikin, dê ji biryarê sûdewar bibin.

(fr)

ANHA