Li Reqayê pêngavek ji bo xurtkirina aboriya jinan

Li Reqayê bi armanca xurtkirina aboriya jinan, Desteya Aboriyê ya Jinan erdeke ku rûbera wê 11 donim e, fînanse kir û dê gelek proje lê werin pêkanîn.

Li Reqayê pêngavek ji bo xurtkirina aboriya jinan
17 gulan, 2020   09:39
REQA-REBE EL-ELΠ 

Di çarçoveya piştevaniya aboriya jinan li Reqayê de, Komîteya Aboriyê ya Jinan erdekî çandiniyê bi rûbera 11 donim li herêma Kîsratê ya li gundewarên başûrê herêma Reqayê fînanse kir û dê gelek jin tê de bixebitin.

Tê payîn ku Desteya Aboriyê ya Jinan li erdê fînansekirin miloxiyê biçîne. Li gorî çavdêrên li ser projeyê, erd hatiye cotkirin û dê di çend rojên pêş de dê biçînin. Çavdêrên jin eşkere kir ku ew ê heman proje li herêmê ji qezenca vê projeyê vekin.

/kr/uploads/files/2020/05/17/094033_073943_reqa-aburya-jine-28229.webp

Endama Komîteya Aboriyê ya Jinan, Rîm Salih diyar kir ku fînansekirina zeviyên çandiniyê tecrubeya yekem e di warê çandiniyê de ye, piştî çend projeyên taybet ji bo jinan li herêmê wekî firne û kargehên dirûtinê hatin vekirin û armanc ji projeyan ew e ku aboriya jinan xurt bibe û karibin projeyên dîtir bi qezenca van projeyan vekin.

 Tê payîn ku li herêma Tişrînê ya li bakurê bajêr heman proje werin vekirin.

(ekîb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/30kk8pxmJLg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>