Li Mexmûrê çeteyên DAIŞ’ê êriş bir leşkerên Iraqê kirin

Li nêzî navçeya Mexmûrê çeteyên DAIŞ’ê êrişê leşkerên Iraqê kirin. Hate ragihandin hêzek ya pêşmerge jî li hewara leşkerên Iraqê çûne û di van kêliyan de şer berdewame.

Li Mexmûrê çeteyên DAIŞ’ê êriş bir leşkerên Iraqê kirin
5 gulan, 2020   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews‘ê beriya çend kêliyan çeteyên DAIŞ’ê li nêzî navçeya Mexmûrê êriş bir ser leşkerên Iraqê.

Li gorî zanyariyên ji deverê hatin wergirtin, dema çeteyan êriş kir, hêzek ya pêşmerge jî li nêzî deverê bû û bi hewara leşkerên Iraqê de çûne. Hate gotin şerê li deverê heya niha jî berdewame.

Têkildarê êrişê heya niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.