Li Tirkiyeyê 59 kesên din ji ber Koronayê mirin

Hate ragihandin ku li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 59 kesên din ji ber Koronavîrusê mirin. Li Tirkiyê heta niha 3 hezar û 520 kes ji ber vîrusê mirin.

Li Tirkiyeyê 59 kesên din ji ber Koronayê mirin
5 gulan, 2020   17:58
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên derbarê Koronavîrusê (Covîd-19)de parve kir.

Li gorî daneyan, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 59 kesên din mirine û hezar û 832 kesên din jî bi şewbê ketine.

Li Tirkiyê hejmara kesên heya niha ji ber vîrusê mirine bû 3 hezar û 520 û 129 hezar û 491 kes jî bi şewbê ketine.