Mijarên rojnameyên Erebî  yên hefteya borî

Li gorî çavdêran hilperîna ku hefteya borî di  navbera Tirkiyê û çeteyên wê de derketî Tirkiyê tengav dike. Tirkiye hewldide ji bo Rûsyayê razî bike. Li Lubnanê ji ber krîza aborî xwepêşandan careke din destpê kirin. Li aliyekî din jî Xelîfe Haftar piştî ku lihevkirina Sixêrat îbtal kir xwe ji bo rêvebirina welat re amade dike, ev yek planên Enqerê tevlihev dike.

Mijarên rojnameyên Erebî  yên hefteya borî
3 gulan, 2020   04:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên hefteya borî behsa rewşa Idlibê, xwepêşandanên li Lubnanê, her wiha rewşa Lîbyayê kirin.

EL-EREB: HILPERÎNA KOMÊN CÎHADÎST ÊN LI IDLIBÊ TIRKIYE LI HEMBER RÛSYAYÊ TENGAV KIR

Rojnameyê der barê mijarê de nivîsî: "Artêşa Tirkiyê, çalakiyeke rûniştinê ya li ser rêya navdewletî M4 a di navbera Heleb û Laziqiyê de bi tundiyê belav kir, li parêzgeha Idlibê ya li bakurê rojavayê Sûriyê. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn ku ev cara duyemîn e di navbera wan û çalakvanên ku tê gotin endamên komên cîhadîst in de pevçûn çêdibe, çalakvan li ser rê pêşî li dewriyeyên hevbeş ên Tirkiye û Rûsyayê digirin.”

Di 13`ê vê mehê de dîsa artêşa Tirk li ser heman rêyê çalakiyek belav kiribû, lê çalakvan dîsa vegeriyan û nehiştin hêzên Rûsyayê bikevin herêmê, vê tiştê Tirkiye li hember Moskovê tengav kir, lewma vê carê ji bo çalakvanan belav bike gule bi kar anîn û 4 kes hatin kuştin 9 jî birîndar bûn, piştî ku artêşa Tirkiyê gule û bombeyên gazê bi kar anîn.

Çalakiyan 13`ê meha Adarê dest pê kir, li dijî lihevhatina Tirkiye û Rûsiyayê ku 5 mehê pêk hatibû, jixwe yek ji xalên lihevhatinê ew bû ku rêya Heleb û Laziqiyê li pêşiya dewriyeyên hevbeş ên Tirkiye û Rûsyayê bê vekirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku kuştina çalakvanan li ser destê hêzên Tirkiyê asta arîşeya li herêmê bilind kir, piştî wê di navbera çekdarên komên cîhadîst ên Heyet Tehrîr El-Şam û hêzên Tirkiyê de gulebaran çêbû. Her wiha hin top jî li xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li derdora bajarê Nêrebê ketin, balafirên keşfê yên Tirkiyê li asîmanê herêmê firiyan.

Ev cara pêşîn e ku di navbera Heyet Tehrîr El-Şam û hêzên Tirkiyê de rûbirûbûneke wiha çêdibe, ev yek dê barê Enqereyê pir giran bike.

Meha Adarê, Enqereyê daxwazên Rûsyayê pejirandibûn, li gorî wê hatibû xwestin ku her du rêyên navdewletî bêne vekirin, her wiha hate gotin ku lihevhatineke veşartî jî hebû ku desthilata Heyet Tehrîr El-Şam bê kêmkirin. Lewma Tehrîr El-Şam ketiye nava tevgerê û hewl dide dewriyeyên hevbeş ên Tirkiye û Rûsyayê asteng bike.

Çavdêr dibêjin ku Enqere vê carê bi baldarî nêzî daxwazên Rûsyayê dibe, dixwaze nakokiyên bi Rûsyayê re kêm bike, lewma bi tundî tev geriya û çalakiya li ser rêya M4 belav kir.

Lêkolîner dibêjin ku Tirkiye di nava hefteyên derbasbûyî de bi hezaran leşker anîn herêmê, tevî metirsiyên nexweşiya koronayê jî, ew hewl dide bi tundî lihevhatinê biçespîne.

Tê zanîn ku di nava Heyet Tehrîr El-Şam de nakokî heye, beşek dibêje ku divê baweriyê bi Tirkiyê nekin û desthilata xwe biparêzin, lê beşek jî dixwaze li gorî daxwaza Tirkiyê tev bigere.

EL-BEYAN: JI BER BINKETINA REWŞA ABORÎ LI LIBNANÊ PEVÇÛN

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Bi hezaran welatî li bajarê Trablusê yê bakurê Lubnanê daketin kolanan, piştî ku rewşa aborî li welêt aloz bû, di xwepêşandanan de di navbera gel û hêzên ewlehiyê de pevçûn çêbûn. Tevî hemû hewldanên qedexeya derketina derve ya ji bo pêşîlêgirtina vîrosa Koronayê ya nû."

Gelek jin, mêr û zarok tev li xwepêşandên bûn, li kolanan geriyan û durişmeyên "şoerş, şoreş" qîriyan. Xwepêşandêran hewl da xwe bigihînin mala endamekê perlemanê, lê artêşê rê neda, di encamê de pevçûn çêbû.

Li qada Elnûr jî  xwepêşandêran kevir avêtin leşkerên artêşê, wan jî gule bi asîmanan de berdan.

Ajansa nîştimanê ya ragihandinê, diyar kir ku xwepêşandêran camên Banka Itîmat şikandin.

Artêşa Lubnanê ragihand ku hinek şaxên bankan hatine şikandin, şûşeyên molotofê avêtine maşîneke leşkerî, her wiha bombeyeke destan avêtine dewriyeyekê û du leşker bi sivikî birîndar bûne.

Artêşaê di daxuyaniya xwe de bang li xwepêşandêrên aştiyane kir ku zû ji kolanan derkevin û qadan vala bikin.

Xaça Sor jî ragihand ku wan sê kes rakirine nexweşxaneyê, di do jî li cihê bûyerê hatine dermankirin.

ŞERQ EL-EWSAT:  TÊ PAYÎN KU ARTÊŞ "PÊVAJOYA DEMKÎ" LI LÎBYAYÊ RAGIHÎNE

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Lîbya li bendê ye ku general Xelîfe Haftar, fermandarê artêşa nîştimanî datayên pêvajoya pêş ragihîne. Di vê navberê de pirs tê kirin bê ka çarenûsa hikûmeta Wîfaq a bi serokatiya Fayiz El-Sîrac dê çi be.

Çavkaniyên agahdar diyar kir ku tê payîn Haftar daxuyaniyeke fermî bide û behsa avakirina pergaleke cîbicîker a nû bike, ev pergal dê mecliseke bi serokatiya wî be, di pêvajoya demkî ya du salan welêt bi rê ve bibe.

Çavkaniyan her wiha diyar kir ku Haftar dê dema hikûmeta El-Sîrac bi dawî bike, ji ber ku hikûmeteke ne rewa ye û bêyî erêkirina parlemanê hatiye avakirin. Lê dê parleman ta hilbijartên nû pêk bên, bimîne. Çavkaniyên nexwest xwe bidin naskirin, got Haftar dê ji civaka navdewletî bixwaze ku pêvajoya nû nas bikin, ji ber ku ew dengê gelê Lîbyayê ye.”