Li Efrînê di roja yekemîn a Remezanê de mezara Êzidî hat wêrankirin

Yekîtiya Êzidiyan û Yektiya Jinan a Êzidî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî mafên gelê Êzidî û deverên wan ên pîroz ên li kantona Efrînê şermezar kirin. Her wiha di vê dawiyê de qubeya mezara Şêx Elî ya li gundê Basûfanê hat wêrankirin.

Li Efrînê di roja yekemîn a Remezanê de mezara Êzidî hat wêrankirin
28 nîsan, 2020   13:57
ŞEHBA

Yekitiya Êzidî û Yekitiya Jinan a Êzidî îro der barê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî mafên êzidiyên li kantona Efrînê daxuyaniyek weşand.

Endama Yekitiya Êzidiyan Orîvan Sîdo û hevserokê Yekitiya Êzidî ya kantona Efrînê bi beşdariya hejmarek ji endamên yekitiyê daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Kurdên Êzidî xwediyên dîroka kevnare li Rojhilata Navîn in û li ser xaka mezinên xwe tevî gelek ferman û qirkirinan bi destê dijminê kurdan bi taybet împratoriya Osmanî dijîn. Piştre nivêyên Osmanî hatin û bûn desthilatên dewleta Tirk di serî de jî AKP’ê û sultanê serdemê Erdogan.

Di 20.01.2018’an de dewleta Tirk û komên cîhadîst ên radîkal ji bermahiyên DAIŞ’ê êrişkeke hovane li dijî Efrînê pêk anîn. Bajarê Efrînê di dirêjahiya salên aloziya şerê li Sûriyê bûbû cihên ewle û aramiyê.

Piştî berxwedaneke bêhempa ku tevahî pêkhateyên Efrînê bi dema 58 rojan daye, bi sedan şehîd û birîndar dane, efrînî di 18.03.2018’an de neçar ma koçberî herêmên Şehbayê bibe, ji nav wan jî kurdên Êzidî ku li 23 gund û bajarê Efrînê bûn hebûn. Lê belê hin ji wan li Efrînê man û ji ber êrişên bêserûber ên dewleta Tirk û komên wê nikarin derketana.

WÊRANKIRINA CIHÊN PÎROZ

Piştî derbasbûna dewleta Tirk a herêma Efrînê dest bi guhartina demografiyê li dijî tevahî pêkhateyên Efrînê bi taybet Kurdên Êzidî ji kuştin û girtin. Her wiha dest bi bi guhartina forma Kurdên Êzidî li gundên wan bi rêya wêrankirin û xirabkirina cihên pîroz û mezarên bi temenên hezar salan kir. Tu mezar ji dest wan bê par neman, hejmara mezaran 19 in. Mezara herî dawiyê jî bi destê çete û dewleta Tirk a dagirker hatiye xirabkirin jî di roja yekemîn a Remezanê de bû. Her wiha mezara Şêx Elî ya li gundê Basûfan ku Êzidî ye bi îdîaya ev mezar a kafira ye wêran kirin. Her wiha berê jî malek ji malên gund kiribûn mizgef û îslametî li wan ferz dikirin û cilên reş ên DAIŞ’ê bi zorê li şêniyên gund dikirin.

Ev tevahî binpêkirin li ber çavên dewleta Tirk û bi çavdêriya yekser a MIT’a Tirkiyê pêk tên.

Ji lew re em wek Yekitiya Êzidî ya Efrînê bi gotinên tûj van kiryarên dûrî nirxên mirovahî û demokratiyê ku dikevin xizmeta qirkirinên etnîkî û îmhakirina nasnameya gelekî bi giştî, şermezar dikin. Her wiha bêdengiya navdewletî  û rêxistinên mafên mirovah şermezar dikin. Li aliyekî din jî bang li civaka nevneteweyî dikin ku kiryarên Tirk û dagirkirina bajarê Efrînê bi dawî bikin û divê tevahî pêkhateyên wê vegerin gund û bajarên xwe."

Daxuyanî bi diruşmên"bimire dîktator, hilweşe dewleta Tirk a dagirker, şehîd namirin" bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9KpmMMezMco" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>