Çawişoglu û Lavrov derbarê Sûriyê de axivîn

Wezaret Derve ya Rûsyayê ragihand ku wezîrê Sergei Lavrov û hempîşeyê xwe yê Tirkiyê, Mevlud Çawişoglu, bi telefonê axivîn. Herdu aliyan li ser awayên hevkariyê têkoşîna li dijî Koronavîrusê û geşedanên dawî li Sûriyê gotûbêj kirin.

Çawişoglu û Lavrov derbarê Sûriyê de axivîn
28 nîsan, 2020   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Rûsyayê îro Sêşemê di daxuyaniyekê de ragihand, "Her du aliyan bi cidiyet mijara pandemiya Koronavîrus, tedbîrên ku herdu welatan li dijî vîrusê girtine, asyonê tevkariyê di vî warê de, bi taybet mijara koordîneya vegerandina hemwelatiyên Rûsya û Tirkiye li welatê xwe gotûbêj kirin."

Her wiha wezaretê di daxuyaniyê de diyar kir ku herdu aliyan nêrînên xwe derbarê çareserkirina aloziya Sûriyê, bi taybet herêma Idlibê di çarçoveya pêkanîna protokola ku di 5‘ê Adara borî de hate pejirandin, mûzakereya  Soçî ya ku di 17‘ê Îlona 2018‘an de hate imzekirin parve kirine.

Danûstandinên herdu aliyan di demekê de ku "Herêma Bêçek" rojane ji têne topbarankirin û bombebarankirin pêk hat. Ya herî dawî IHA‘yên hikûmeta Sûriyê nuqteyên çeteyên Tirkiyê "Cebhet Weteniya Lîltehîrî" li eniya Ziyaretê yê Deşta Xab ê gundewarê bakurê rojavayê Hemayê bû.